Li Til Rifatê 3 kesên sivîl di topbarana çekdaran de hatin kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana Tirkiyê de kar dikin navenda bajarokê Til Rifetê topbaran kir û di encamê de 3 kesên sivîl hatin kuştin.
Jêderekî ji K24ê re got, çekdarên opozîsyona Sûriyê navenda bajarokê Til Rifetê topbaran kir û di encamê de 3 kesên sivîl hatin kuştin û zêdetir ji 6 kesan jî birîndar bûne. Di nava birîndanan de zarok û jin hene.
Bajarokê Til Rifatê 35 K.M li rojhilatê Efrînê dikeve û mezintirîn bajarokê devera Şehbayê ye û xwedî cihekî stratejî di navbera bajarê Dîlok û Helebê de ye, ji Sibata 2016an ve ketiye destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG).
Piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, dora 250 hezar kes ji Efrînê derbider bûn û li Til Rifet û derdora wê (herêma Şehbayê) bi cih bûne.
Her car jî şer di navbera grûpên çekdar û YPGê de li wê herêmê derdikeve û gelek caran jî artêşa Tirkiyê wê navçeyê topbaran dike û xelkê sivîl dibin qurbanî.