ENKS: PYD bi van rêgiriyan pêşiyê li yekrêziya kurdan digre

ENKSê diyar kir, girtina çalakvan Fener Mehmûd tekeziyê li wê yekê dike, ku Rêvebirî û kesên birêve dibin, nikarin rêzê li nerîn û îradeya xelkê bigrin û zimanê gef û hêzê li dijî wan bikar tîn in.
Wêne: Logoya ENKS'yê.
Wêne: Logoya ENKS'yê.

Navenda Nûçeyan (K24) - ENKSê girtina çalakvanekî li Qamişlo şermezar dike û dibêje, ev kiryar wê yekê diyar dike, ku PYDê rêgiriyan li pêşiya her lihevtêgehiştinek Kurdî datîn e û danûstandinan dike armanc.

Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê di daxwiyaniyekê de ragihand, duhî êvarê çekdarên bi ser PYDê ve çalakvanê ragihandinê Fener Mehmûd girtin e û ber bi cihekî nediyar ve birin e.

ENKSê di daxwiyaniya xwe de diyar jî kir, ev girtin piştî helmetek a girtin û revandina hejmarek xwendevan û malbatên wan li Dirbêsiyê hat, û heta niha jî her yek ji Cîhad Elîko û Nîzamedîn Elîko girtî ne.

ENKSê diyar kir, girtina çalakvan Fener Mehmûd tekeziyê li wê yekê dike, ku Rêvebirî û kesên birêve dibin, nikarin rêzê li nerîn û îradeya xelkê bigrin û zimanê gef û hêzê li dijî wan bikar tîn in.

Emîndariya Giştî ya ENKSê girtina wî çalakvanî û herweha ya malbatên xwendevanên Dirbêsiyê şermezar kir û got, ev kiryar wê yekê diyar dike, ku PYDê rêgiriyan li pêşya her lihevtêgehiştinek Kurdî datîn e û danûstandinan dike armanc. Daxwaza azadkirina hemû girtiyan dike û daxwaz ji serkirdayetiya HSDê jî dike, sînorekî ji van kiryaran re deyne û bi berpirsyariya xwe rabe.