Iraq ji IMF daxwaza alîkariyê dike

Sindoqa Navdewletî ya Dirav (IMF) ragihand, hikûmeta Iraqê daxwaza 6 milyar dolar deynê “bilez” kiriye.

Navenda Nûçeyan (K24) - Sindoqa Navdewletî ya Dirav (IMF) ragihand, hikûmeta Iraqê daxwaza 6 milyar dolar deynê “bilez” kiriye.

IMF îro di daxuyaniyekê de ragihand, hikûmeta Iraqê daxwaza 6 milyar dolar deynê bilez kiriye.

Herwiha IMF eşkere kir ku ew niha li ser vê daxwazê bi rayedarên hikûmeta Iraqê re gotûbêj dikin.

Wezîrê Darayî yê Iraqê Elî Ellawî jî beriya niha gotibû; wan daxwaza 6 milyar dolar deynê bilez ji IMF kirine.

Elî Ellawî herwiha dabû zanîn, di çarçoveya bernameyeka din de daxwaza 4 milyar dolar deynê din ji IMF kirine.