Li Tirkiye qedexe û sînordarkirina sosyal medyayê

Li Tirkiyê qedexe û sînordarkirina li ser torên civakî yên navnetewî destpêkir
Wêne: Nîşaneyên torên civakî
Wêne: Nîşaneyên torên civakî

Adnan Gerger (Enqere) - Li Tirkiyê qedexe û sînordarkirina li ser torên civakî (sosyal medya) yên navnetewî destpêkir. Di vê çarçoveyê de bo torên ku nûnerên xwe bo Tirkiyê tayin nekirine hem sizayê pareyê hem jî sizayên wekî astengkirina bikaranîna înternetê tê sepandin.

Ev mijar li parlamentoyê navbera desthilat û opozîsyonê de jî bû sedema karvedan û nîqaşên tûnd. Desthilat li ser van kiryarên xwe bi biryar e û îddîa dike ku Tirkiyê dê bi van gavan di warê teknolojiya dîjîtal de bibe welatekî sîber.

Parlamenterê AKPê yê Balikesîrê Mustafa Canbey da zanîn ku hê jî torên ku biryarên hatine ragirtin bi cih neanîne hene. Herwiha Canbey li ser vê meseleyê daxwaz piştgiriya opozîsyonê jî kir û got: bo vekirina nûnertiyên yasayî li Tirkiyê şert guncaw in.

Canbey ji Kurdistan24 re dibêje; "Pirraniya platformên dîjîtal piştî ku 30 milyon lîre sizayê pareyê jê re hatin birrîn yekcar nûnerên xwe şandin Tirkiyê. Ev yek jî girîngiya polîtîkayên me yên xwecihî û netewî derdixe pêş çavan. Em di vî warî de ji opozîsyonê daxwaz dikin ku nêzîktêdayîneke baştir nîşanî van biryar û gavên me bide."

Piştî fişara desthilatê ya li ser torên civakî yên nav netewî ji aliyê opozîsyonê ve wekî gaveke din ya sansûrê hatibû nirxandin. Cîgirê Serokatiya Koma CHPê Ozgur Ozel li ser vê mijarê îddîa kir ku; Desthilat dixwaze welatî ji van torên civakî dûr bikevin û torên ku li jêr destê desthilatê bikarbînin ji loma hewl dide ku van toran asteng bikin.

Cîgirê Serokatiya Koma CHP'ê Ozgur Ozel  dibêje; "Daxwaza desthilatê ew e ku van torên nav dewletî asteng bike û bi van pest û fişaran wan ji Tirkiyê derbixin. Herwiha piştî vê yekê jî dê torên li jêr hûkmê xwe li ser welatiyan ferz bikin da ku bi karin hemû agahiyên welatiyan bi dest bixin û li gor dilê xwe bikarbînin."

Li Tirkiyê hişyariya bo tayînkirina nûnerên torên civakî di 19ê Rêbendanê de bi dawî bûbû. Bo torên ku nûnerên xwe tayin nekirine 40 milyon lîre sizayê pareyê hatibû birrîn û herwiha niha jî bo torên ku biryarê bi cih neyînin dê qedexeya rekam wergirtinê bê sepandin. Wekî din bo torên ku van biryaran bi cih neyînin piştî 3 mehan leza înternetê dê were daxistin û pêşî ji sedî 50 piştre jî ji sedî 90 dê bê kêmkirin.