Harûn Elkî: Mûzîka rock li zimanê kurdî xweş tê.. Em kurd in reng û tevna me diyar e!

Harûn Elkî hunermendê muzîka rock a Kurdî ku ji di 12 saliya xwe vir de meyla xwe daye ser muzîka rock bi albûma xwe ya dawî ya bi navê ‘Rev’ li ser koçberî, xemginî, hawara Kurdan û rastiyên ji nav jiyanê distre.
kurdistan24.net

Ercan Dag (K24 / Stenbol) - Harûn Elkî hunermendê Kurdekî ji Şirnexê ye (Bakurê Kurdistanê). Ji zartoktiya xwe ve bi terza rock stranên Kurdî dibêje. Di albûma xwe ya nû a bi navê ‘Rev’de balê dikêşîne ser êş û xemên kûr ên Kurdan. Hunermendê Kurd destnîşan dike muzîka Rock beramberî dijwariya jiyanê reaksiyoneke wijdanî ye û li zimanê Kurdî xweş tê.

Harûn Elkî hunermendê muzîka rock a Kurdî ku ji di 12 saliya xwe vir de meyla xwe daye ser muzîka rock bi albûma xwe ya dawî ya bi navê ‘Rev’ li ser koçberî, xemginî, hawara Kurdan û rastiyên ji nav jiyanê distre.

"Albûm ji 10 stranan pêk tê"

Harûn Elkî ji Kurdistan24 re dibêje, "Hindek tişt hene ku mirov ji wan divê bireve û cîhekê nû ava bike. Ev rev reva vê fetisinî ye, ji vê mezaxtina jiyanê ye. Albûma me ji 10 stranan pêk tê, gotin û muzika 8 stran ên min in, stranekê muzîk ya min e gotin a hevalê me Rojhilat Azad e. Stranekê jî ji Koma Wetan e."

Hunermendê Kurd di albûma xwe de bi stranên Reş Veba û Xengilok xemên kûr ên jiyana Kurdan dide der.

Elkî diyar dike ku; "Di hinek stranan de jî serhildan (îsyan) hene, rev heye, lêgerîn heye. Di strana me ya Reş Veba de xemginîyeke kûr a civakî heye. Behsa fermana 74an dike. (Fermanên li ser Êzdiyan) Ev xalên reş û tarî ne di jiyana me kesên li Kurdistan û Rojhilata Navîn dijîn. Ev xalên reş divê ne tenê ser rûpelan bimînin. Lazim e di nav stranan de ev hest bê belavkirin. Bi stranên xwe hewla lêgerîn û çareseriyek û xalên însanî didim. Mirov bikare xitabî wijdana însanan bike.

"Zimanê Kurdî di warê fonetîk de gelek nêzî vê hûnera Rockê ye"

Elkî, amaje dike muzîka rock û Kurdî li hev xweş tên û beramberî şertên giran ên jiyanê, muzika rock reaksiyoneke wicdanî ye.

Elkî dibêje, "Hevalên me yên ji Rojhiatê bigirin, heta Bakur û Silêmanî (Başûr) ku bi muzîka Rock eleqedar in hemû xwedan fîkrek in. Hêzek in tev. Ji bo me Kurdan ev tiştekê erênî ye. Çimkî ev reaksiyoneke wicdanî ye û li Kurdan jî tê bêguman. Heger em zimanê Kurdî û yê Tirkî li ser muzîka rock bidin ber çav em dikarin bêjin Kurdî du sê qat zêdetir nêzî van forman e. Ji ber ku zimanê Kurdî di warê fonetîk de gelek nêzî vê yekê ye."

Elkî, stranan ji bo pêşerojê wek hêviyekê bi nav dike û li gorî wî, stranên pêşeroja mirovan tarî bike neqenciya herî mezin e bo civakek.

"Em Kurd in, rengê me tevnê me xuya ye"

Elkî derbare terza mûzîka xwe de wiha dibêje, "Stran hêvî ye ji bo pêşerojê helbet. Strana ku pêşiyê tarî bike neqenciya herî mezin e. Em formên erebesk dikarin vê yekê bibêjin. Pêşeroja civakê tarî dike. Ev zelal û diyar e. Lê terza me hêvî dide û mirovan li ser piya dihêle. Mirov di nava têkoşînê de dihêle. Ev xaleke girîng e divê însan vê bizane fehm bike. Yanê muzîka rock ne muzîka kêf û seyranê ye. Muzîka rock muzîka kûrbûnê ye li ser jiyanê. Ji bo avakirina jiyanê kûrbûnê ye. Em Kurd in, rengê me tevnê me xuya ye. Em ji rengê xwe dijîn. Em dixwazin kevirekî li rengê xwe zêde bikin."