Çîroka têkbirina DAIŞê li Mexmûr û Giwêr

Yek ji fermandarên ku beşdarî yekemîn têkbirina DAIŞê bûye, Barzan Qesab e û çîroka wê destanê vedibêje.
Pêşmergeyek ala DAIŞê tîne xwarê û Ala Kurdistanê bilind dike
Pêşmergeyek ala DAIŞê tîne xwarê û Ala Kurdistanê bilind dike

Hewlêr (K24) – Yek ji fermandarên ku beşdarî yekemîn têkbirina DAIŞê bûye, Barzan Qesab e û çîroka wê destanê vedibêje, ku cara ewil hêzên Pêşmerge bi serokatiya Serok Barzanî efsaneya DAIŞê li Giwêr û Mexmûrê têk bir.

Barzan Qesab ku li mîhwera Giwêr – Mexmûrê beşdarî şerê li dijî DAIŞê bûye, ji Kurdistan24ê re ragihand: “Piştevanî û serkirdetiya Serok Barzanî di têkbirina efsaneya rêxistina herî mezin a terorî de çeka herî mezin a di destê me de bû.”

Yekem dîmena têkbirina DAIŞê, li Herêma Kurdistanê bû û li cîhanê deng vedabû û bûbû destpêka têkçûna DAIŞê. Li gundê Hewêle yê li Giwêr, Pêşmerge û Asayîş yekem têkbirina DAIŞê tomar kir.

Têkbirina DAIŞê li Mexmûr û Giwêr di demekê de bû ku DAIŞ di lûtkeya hêza xwe de bû, ji ber gelek çekên ku li paş reva artêşa Iraqê û Sûriyê ketibûn destê wan, hemû cîhan di metirsiyeke mezin de bû, lê belê Pêşmerge bi rêbertiya Serok Barzanî, li hemû mîhweran DAIŞ têk bir.

Barzan Qesab dibêje ku DAIŞê bi çekên herî pêşketî û tankekî serbazî êrîşî Pêşmerge dikir, lê Pêşmerge bi hîkmeta planên Serok Barzanî, ew rêxistina terorê têk bir.

Yek ji planên serbazî yên wê demê yên DAIŞê, bikaranîna wesayîtên serbazî yên artêşa Iraqê bû, ku dest danîbûn ser wan û li dijî Pêşmerge bi kar dianîn. Ew du wesayît ji aliyê Asayîşê ve li Giwêr dest bi ser de hatin girtin, ku her wesayîtek zêdetirî tonekê TNT tê de hebûn. Piştî destbiserdegirtinê, hatin pûçkirin.

Parastina Herêma Kurdistanê û têkbirina DAIŞê ji aliyê Pêşmerge û hêzên asayîş û hêzên ewlehiyê ve, tenê ji bo parastina serweriya axa Kurdistanê û cîhanê bû ji metirsiya DAIŞê. Vê serkeftinê, dilê xelkê Kurdistanê û Pêşmerge xweş kir, dîmenên wê demê jî derdixin holê ku kê DAIŞ têk bir, kê pêşengiya wê destanê dikir.