Mesrûr Barzanî ligel Şanda Danûstandkar a Herêmê ligel Bexdayê dicive
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Şanda Danûstandkar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel hikûmeta federal li ser pirsa petrol û budceya federalî ya sala 2021an civiya.
Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr û Serokê Şanda Danûstandkar Qubad Talebanî beşdar bû, dawî pêşhat û riyên proseya danûstandinan ligel hikûmeta federalî hatin pêşkêşkirin.
Şandeyê diyar kir ku guftûgo berdewam in bi arasteya gihîştina rêkeftinekê li ser binemaya destûrê ku maf û destkeftên darayî yên Herêma Kurdistanê dabîn bike.
Biryar e hefteya bê Şanda Danûstandkar a Herêmê ji bo berdewamiya guftûgoyan vegere Bexdayê.