Papa serdana Sîstanî dike

Li gor zanyariyên ajansa nûçeyan a fransî AFP, Papa Franciscus di serdana xwe ya Iraqê de, dê serdana Rêberê Olî yê Şîeyên Iraqê Elî Sîstanî jî bike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor zanyariyên ajansa nûçeyan a fransî AFP, Papayê Katolîkên Cîhanê Papa Franciscus di serdana xwe ya Iraqê de, dê serdana Rêberê Olî yê Şîeyên Iraqê Elî Sîstanî jî bike.

Patrîkê Kildanî yê Katolîkî Louis Sako ji melpera nûçeyan a Vatican Newsê re ragihandiye; Papa Franciscus dê li bajarê Necefê serdana Elî Sîstanî bike û çend mijarên girîng dê gotûbêj bikin.

Louis Sako eşkere kiriye ku nameyek derbarê aştiyê de li cem Papa ye û kurtasiya wê nameyê jî ew e ku "êdî şer bes e".

Biryar e, Papa Franciscus ji 5 heta 8ê Adara 2021ê, serdana Iraqê bike.