Nêçîrvan Barzanî ligel balyozên Yewnanistan û Amerîkayê civiya

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro ligel her yek ji Balyozê Yewnanistan û Balyozê Amerîkayê civiya.

Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro ligel her yek ji Balyozê Yewnanistan û Balyozê Amerîkayê civiya.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand; Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro pêşwazî li Balyozê Yewnanistanê yê li Iraqê Leonidas Contovounesios kir.

Di wê hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Yewnanistanê yê li Hewlêrê Efthymios Costopoulos jî amade bû û Nêçîrvan Barzanî bi boneya bidawîbûna erkê wî yê li Hewlêrê, spasiya Konsulê Giştî yê Yewnanistanê kir û hêviya serkeftinê di erk û karê wî yê nû de xwest.

Hat eşkerekirin ku di beşeke din a hevdîtinê de pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û gotûbêjên di navbera wan de ji bo çareserkirina kêşeyên her du aliyan û hilbijartinên bê û çend mijarên din ên navbera herdu aliyan hatin gotûbêjkirin.

Herwiha îro Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê kir û her du aliyan li ser mijarên cihê giringiyê yên herdu aliyan gotûbêj kirin.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê eşkere kiriye ku di civînê de Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Matthew Tueller tekez kiriye ku piştî destbikarkirina îdareya nû ya Washingtonê, Amerîka bi girîngî li pêwendiyên xwe yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê dinêre û di alîkarî û hemahengiya ligel hevpeymanên xwe yên li herêmê û cîhanê de berdewam dibe. Herwiha pesnê rola Herêma Kurdistanê daye ku tevî kêmasiyan, di sê salên dawî de Herêma Kurdistanê nimûneya ezmûneke serkeftinê nîşan daye û dikarin zêdetir sûdê ji derfetan werbigrin.