Joe Biden nûnerekî taybet ji bo Îranê destnîşan kir

Îdareya nû ya Amerîkayê, karbidestekî serdema îdareya Barack Obama weke nûnerê taybet ê karûbarên Îranê destnîşan kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Îdareya nû ya Amerîkayê, karbidestekî serdema îdareya Barack Obama weke nûnerê taybet ê karûbarên Îranê destnîşan kir.

Ajansa Reutersê ji rayedarekî payebilind ê Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihandiye; îdareya Joe Biden duh pêncşemê, Robert Malley, şêwirmendê siyaseta derve yê serdema Barack Obama, weke nûnerê taybet ê Washingtonê bo karûbarên Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir.

Robert Malley li Encûmena Asayîşa Netewî ya Amerîkayê di navbera salên 2014-2017an de xebitiye.

Herwiha yek ji wan danûstdankarên Amerîkayê bû di pirsa bernameya atomî ya Îranê de û rola wî hebû di dariştina rêkeftina atomî ya navbera Îran û welatên 5+1, ku di Tîrmeha 2015an de hat îmzekirin.