Tirkiye dixwaze bi Yekîtiya Ewropayê re bikeve qonaxeke nû

Li gorî pisporan, bi heyama Biden ra êdî li cîhanê sîyaset ji nû ve tê sazkirin.
kurdistan24.net

Enqere (K24) – Di heyama nû da Tirkîye dixwaze peywendîyên xwe yên xirab yên li gel Yekîtîya Ewropayê baş bike û heyamekê nû bide destpêkirin. Li gorî pisporan, bi heyama Biden ra êdî li cîhanê sîyaset ji nû ve tê sazkirin û Amerîka wê zêdetir girîngîyê bide peywendîyên bi Ewropayê ra, ji loma jî Tirkîye niha li gorî Joe Biden pozisyona xwe diguherîne. Her wiha li gorî pisporan, pêngavên ku Tirkîyê wê bi Ewropayê ra bavêje wê girêdayî politikaya navxweyî ya Tirkîyê be jî.

Piştî ku Yekîtîya Ewropayê ji Lûtkeya Kanûnê û şûnve Tirkîye xistibû nav lîsteya dorpêç û cizakirinan, Enqere zêdetir berê xwe da Ewropayê û bi peywendîyên dîplomatîk peyamên erênî da û keştîyên xwe yên li Rojhilatê Behra Spî paşve kişand. Heta piştî 5 salan bi Yûnanistanê ra hevdîtinên îstîkşafî encam dan û li ser vê yekê jî Wezîrên Karên Derve yê Yekîtîya Ewropayê biryar dan ku dorpêçên li dijî Tirkîyê heta maweyekê nedîyar bêne rawestandin. Li gorî akademîsyen Murat Erdogan, sîyaseta cîhanê bi Biden ra ji nû ve tê sazkirin û Tirkîye jî hewl dide pozisyona xwe li gorî wê biguherîne.

Akademîsyen Prof. Dr. Murat Erdogan ji K24ê re got: "Em dibînin ku di heyama dawî da Tirkîye ketiye nav proseyekê ku hewl dide politikaya xwe biguherîne. Lê em nizanin ka wê ev pêngav heta kengê dewam bikin. Lewra ev girêdayê politikaya navxweyî ye. Lê em dibînin êdî Tirkîye bi Biden ra pozisyona xwe diguherîne."

Li gorî akademîsyen Nail Alkan jî, êdî di peywendîyên Yekîtîya Ewropa û Tirkîyê da heyamekê nû dest pê dike û wê her du alî heta lûtkeya meha Adarê hin pêngavên ku bawerîyê bidin hev bavêjin.

Prof. Dr. Nail Alkan dibêje: "Em dibînin ku bi peyamên erênî yên Tirkîye û Ewropayê her du alî dixwazin êdî bi hev bawer bin. Êdî wê heyama diyalog û mizakereyan dest pê bike. Dibe ku Ewropa serbestîya vîzeyê pêk bîne. Ez bawer nakim ku êdî li dijî Tirkîyê biryara dorpêçan bê dayîn. Ji loma jî li gorî min, wê sala 2021an bibe sala Tirkîye û Ewropayê."

Di çarçoveya nermbûna peywendîyên Enqere û Brukselê da hikûmeta Ak Partîyê ragihandibû ku ew ê pakêta reforma hiqûqê amade bikin û di mafên mirovan û demokrasîyê da hin vererastkirinan pêk bînin.