Li devera Bane ya Rojhilatê Kurdistanê kolberek hat kuştin

Li devera Bane ya Rojhilatê Kurdistanê kolberek ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.
Kolber, wêne: arşîv
Kolber, wêne: arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) - Li devera Bane ya Rojhilatê Kurdistanê kolberek ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.

Malpera Mafên Mirovan a Hengaw ragihandiye; îro danê sibê pasdarên Îranê li zozana sînorî ya Hengejal ya bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, komek kolberên Kurd dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de kolberek hat kuştin.

Navê wî kolberê ku hatiye kuştin, Haşim Hesenî û xelkê gundê Mencîlan yê Bane bûye.

Herwiha li gor ragihandina malpera Mafên Mirovan a Hengaw, di nava mehekê de herî kêm 7 kolberên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji ber sebebên cuda canê xwe ji dest dane.

Li gorî agahiyan, di wan êrişan de herî kêm kolberek hat kuştin û 6 kolber jî birîndar bûn.

Ji aliyekî din, meha borî kolberekî jî bi kirîza dil canê xwe ji dest da û 5 kolber jî di bin aşûtê de man û canê xwe ji dest dan.

Li gorî amarên Hengawê, meha borî bi giştî 8 kolber jî di êrişa pasdaran de û ji ber sedemên sirûştî birîndar bûn.