Mesrûr Barzanî: Di bîranîna 1ê Sibatê de, em tekezî li nirxên pêkvejiyan û yekrêziyê dikin
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de bi boneya 17emîn salvegera bîranîna şehîdên teqînên 1ê Sibatê yên li Hewlêrê ragihand: “Em di vê bîranînê de tekezî li nirxên pêkvejiyan û yekrêziyê dikin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Em îro şehîdên êrîşa terorîstî ya 1ê Sibata 2004an bi bîr tînin û bejna rêzgirtinê li ber giyanên pak ên şehîdan, ditewînin. Di vê bîranînê de, em tekezî li nirxên pêkvejiyan û yekrêziyê dikin.”
ئهمڕۆ یادی شەھیدانی هێرشه تیرۆریستییهكهی 1ی شوباتی 2004 دهكهینهوه و سەری ڕێز و نەوازش بۆ گیانی پاکی ئهم شههیدانه دادەنوێنین. لەم یادەدا جەخت لە برەودان بە بههاکانی بەیەکەوەژیان و یەکڕیزیی دەکەینەوە.
— Masrour Barzani پابەندین# (@masrour_barzani) February 1, 2021
Îro 17 sal bi ser şehîdbûna serkirde û Pêşmergeyên Kurdistanê yên li Hewlêrê derbas bûn.
Di 01.02.2004an de roja Cejna Qurbanê, terorîstan 2 teqînên xwekujiyê li Liqa 2 ya PDKê û li Melbenda 3 ya YNKê pêk anîn.
2 endamên rêxistina El Qaîdêyê ew teqîn pêk anîbûn û di encamê de 101 serkirde û Pêşmergeyan canê xwe ji dest dabûn, herwiha bi dehan hemwelatî jî birîndar bibûn.Li herdu baregahên serkirdeyên siyasî bi minasebeta Cejna Qurbanê cejna gel pîroz dikirin.
Li parka Samî Ebdurehman ku ew bi xwe jî şehîd bibû peykerek momentek hatiye çêkirin û navê 101 şehîdî lê hatiye nivîsandin. Di 1ê Sibatê de ew şehîdên Kurdistanê tên bîranîn.