Platforma Zimanê Kurdî nameyek arasteyî Serokomarê Tirkiyê kir

Platform daxwaz dike ku tadeyên li hemberî zimanê kurdî bên rakirin û zimanê kurdî bibe xwedî statuyeke fermî.

Navenda Nûçeyan (K24) – Platforma Zimanê Kurdî bi daxwaza fermîkirina zimanê Kurdî û rawestandina asimilasyonê li hemberî gel û zimanê kurdî, nameyek arasteyî Serokomarê Tirkiye Recep Tayip Erdogan kir.

Di nameyê de tê diyarkirin, ku Platforma Zimanê Kurdî ligel Serokomar hevnerîn e, ku asimilasyon tewaneke mirovayetiyê ye, zimanê Kurdî jî di bin gefan de ye.

Platform daxwaz dike ku tadeyên li hemberî zimanê kurdî bên rakirin û zimanê kurdî bibe xwedî statuyeke fermî.

Platforma Zimanê Kurdî di cotmeha 2018an de li Diyarbekirê bi beşdariya 9 partî û rêxsitinên cuda hat damezirandin. Endam û rêveberên platformê dixwazin ku bi milyonan kurdên li Bakur û Tirkiyeyê bikaribin mafên xwe yên mirovî û hiqûqî bi kar bînin û zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.

Platformê di meha Mijdara borî de nameyeke vekirî pêşkêşî Serokatiya Saziya Perwerdeya Bilind a Tirkiyê kiribû û tê de çend daxwaz ji bo pêşxistina zimanê Kurdî û mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê ji wê saziyê kiribû.