Şanda Hikûmeta Herêmê pirsa budceyê ligel Serokê Parlamentoya Iraqê guftûgo kir

Şanda Bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî civiya.

Navenda Nûçeyan (K24) –Şanda Bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê pirsa projeyasaya budceya 2021an a Iraqê ligel Serokê Parlamentoya Iraqê civiya.

Peyamêrê K24ê da zanîn, Şanda Bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Cîgirê Serokwezîrê Encûmena Wezîran Qubad Talebanî ligel Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî civiya û pirsa projeyasaya budceya 2021an û riya danûstandinên Hewlêr û Bexdayê guftûgo kirin.

Di civînê de her du alî hevnerîn bûn ku divê projeyasaya budceya sala 2021an bi awayekî were pesendkirin ku di berjewendiya hemû pêkhateyên Iraqê de be.

Di beşeke din a civînê de, behsa çawaniya pêşvebirina danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hate kirin. Her du aliyan tekezî li ser berdewamiya danûstandinan kirin, heta hemû pirsgirêk çareser dibin.