Li Xaneqînê 5 çekdarên Heşda Şeibî ji aliyê DAIŞê ve hatin kuştin

Şer berdewam e

Germiyan (K24) – Li devera Neftxane ya li Xaneqînê, hejmarek çekdarên Heşda Şeibî ketin kemîna çekdarên DAIŞê û li gor amarên destpêkê, pênc çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin û şer berdewam e.

Jêderekî ewlehiyê ji Xaneqînê ji Kurdistan24ê re ragihand: “Lîwaya 20 a Heşda Şeibî ketiye kemîna çekdarên DAIŞê û 5 çekdar hatin kuştin.”

Herwiha eşkere kir: “Hêzeke mezin a artêşa Iraqê û Heşda Şeibî ber bi cihê bûyerê ve bi rê ketine û şer berdewam e.”