Daxwaza azadirina Demîrtaş agirê siyasetê gur kiriye

Biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê ku dixwaze hevserokê berê yê HDPê Selehedîn Demîrtaş serbest bê berdan, li parlamentoyê jî bû sedema nîqaşan
kurdistan24.net

Enqere (K24) – Li Tirkiyê biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê ku dixwaze hevserokê berê yê HDPê Selehedîn Demîrtaş serbest bê berdan û parlamenterê CHPê yê Stenbolê Enîs Berberoglu dîsa wekî parlamenter bê qebûlkirin, li parlamentoyê jî bû sedema nîqaşan. Herî dawî endamê Lijneya Rawêjkariya Bilind ya Serokkomariyê û Wezîrê kevin yê Dadê Cemîl Çîçek jî di vê derbarê de axivî û xwest ku ev biryar bê cî bi cî kirin. Ev daxwaza Çîçek agirê siyasetê gur kir.

Li Tirkiyê endamê Lijneya Rawêjkariya Bilind ya Serokkomariyê û Wezîrê kevin yê Dadê Cemîl Çîçek jî wekî endamê berê yê lijneyê Bulent Arinç li ser biryara Demîrtaş ya ku ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê ve hatiye ragirtin axivî û got: Divê di çarçoveya yasayan de Tirkiyê vê biryara serbest berdana Demîrtaş cîbicî bike. Li ser vê yekê Cîgirê serokatiya Koma AKPê Bulent Turan jî axivî û got: Tu guman nîn e ku Tirkiyê bi hûqûqê tê birêvebirin û derbarê biryara Demîrtaş de jî Tirkiyê dê li gor yasayên xwe biryarê bide.

Cîgirê Serokatiya Koma AKPê Bulent Turan got: "Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê di biryara derbarê Demîrtaş de nabê je "Demîrtaş ne terorîst e" û herwiha nabêje 'bila Demîrtaş beraat bike.' Li ser ûsulê çend nerazîbûnên wê hene û hew. Li ser vê yekê jî dozgeriya Tirkiyê dê li gor yasayên xwe biryarê bide."

Hevserokê HDPê Mîthat Sancar jî li ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê axivî û got; biryara Demîrtaş û helwesta dewletê ya li hember vê biryarê taybet di van 5 salên dawî de têkçûyîna dozgeriya Tirkiyê bi awayekî aşkere radixe ber çavan. Sancar, derbarê serdana bo serokê parlamentoyê Mustafa Şentopî de jî ragihand ku wan bo daxwaza piştgiriya derbarê biryara Demîrtaş de ev seredan pêkanîne.

Hevserokê HDPê Mîthat Sancar diyar kir: "Taybet jî li ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê ku derbarê Demîrtaş de daxwaza serbest berdanê dike, me ji birêz Mustafa Şentopî piştgirî xwest û herwiha li ser kêşeyên di vê derbarê de me xwest ku hinekî însiyatîfê hilgire ser milê xwe. Biryara Demîrtaş zelal e û divê were sepandin lê belê ev biryar di rastiyê de gelek tiştên din jî destnîşan dike."

Berê endamê Lijneya Rawêjkariya Bilind ya Serokkomariyê Bulent Arinç jî li ser sepandina biryarên Dadgehên Bilind nêrînên xwe aşkere kiribû û wekî Cemîl Çîçek daxwaza cî bi cî kirina van biryaran kiribû; lê belê piştî van daxwuyaniyên Arinç serokê partiya şirîkê desthilatê MHPê Devlet Bahçelî karvedanên tûnd nîşanî van daxwuyaniyan dabû û li ser van karvedanan Arinç ji lijneyê û partiya xwe îstifa kiribû.