Projeya nûjenkirina Sûr û Bircên kela Diyarbekirê berdewam dike

Qonaxa sêyemîn a nûjenkirin û paqijkirina derdora sûrên Diyarbekirê li taxa Benûsen berdewam dike.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Ji aliyekî ve nûjenkirina sûr û bircên Diyarbekirê didome, ji aliyê din de jî, avahiyên derdora sûrên bajêr tên rakirin û paqij kirin. Qonaxa sêyemîn nûjenkirin û paqijkirina derdora sûrên Diyarbekirê li taxa Benûsen berdewam dike.

Projeya nûjenkirina Sûr û Bircên kela Diyarbekirê, bi paqijiya derdorê kelayê re berdewam dike. Rêvebiriya karên çandî ya Diyarbekirê, bi şaredariya Mezin a bajêr û parêzgariya Diyarbekirê re, xebatên xwe yên ji bo kela Diyarbekirê berdewam dikin.

Asta sêyemîn a paqijkirina derdora kelaya Diyarbekirê li taxa Benûsen a bajêr, bi beşdariya parêzgar û wekîlê serokê şaradariya Diiyarbekirê Munîr Karaloglû dest pê kir. Parêzgarê Diyarbekirê da zanîn ku heta niha teqrîben 275 avahiyên ku temaşeya kelayê xirab dikirin, bi lihevkirina nişteciyan ve hatine rûxandin û dê li taxa Benûsenê jî teqrîben 200 avahî bên paqij kirin.

Parêzgarê Diyarbekirê Mûnîr Karaloglû got: "Ez dixwazim destxweşî li wan aliyên ku li bajar û mîrateyên xwe derdikevin bikim. Emê li vê taxê teqrîben 200 xaniyên ku temaşe û dîtbariya kelayê xirab dikin paqij bikin. Welatiyên ku li van taxan diman jî bi me re hevkariyeke baş dikin û ez destxweşî li wan jî dikim. Me bi xwediyê 200 malên li vê taxê re lihev kiriye û dê xebatên me berdewam bikin. "

Nişteciyên li wan taxan rûdinên jî radigihînin ku heger wan mexdûr nekin rûxandina xaniyan baş e.

Azîze 50 sal in ku li nav Sûra Diyarbekirê buye, lê piştî şerê nav bajaran ji mala xwe derketiye û li vê derê ketiye kire.

Azîze dibêje:  "Mal me li ber Kerwansarayê bû û hêj jî li piyaye. Lê em nikarin li wir bimînin. Em çend sal e li vê derê di kirê de dimînin. Ne dihêlin em biçin xaniyê xwe, ne xaniyekî didin me, ne jî kirêya me didin. Em bi tevî zaorkên xwe perîşanin. Niha vira jî xirab dikin em nizanin emê çi bikin."

Dilşa jî 24 sal berê ji gündekî qerejdaxê hatiye li vê taxê bicîhbuye û tîne ziman ku heger fiyetekî ku bikaribin xaniyekî jixwere bistînin bê dayîn, dê baştir bibe.

Dilşa diyar dike: "Tirsa me ew e ku xaniyên me xirab bikin û tiştekî jî nedin me. Em 3 malbat di xaniyekî de ne. Em jî qyilin ku birûxînin, lê divê me jî qayil bikin, ji bo me herze malbatan ciyên debarê bidin û em bikaribin jihev cuda bijîn dê baştir bibe. Wekî din jî em tiştek nabêjin."

Kela Diyarbekirê bi sûr û bircên xwe re û baxçeyên Hewsêlê, di sala 2015'an ji aliyê UNESCO'yê ve wek mîrateyên mirovahiyê ku divê bên parastin, hat pejirandin. Lê ji şerê nav bajaran gelek zirarên mezin dîtibû. Teqrîben 6 meh berê projeya berfireh ya nûjen kirin û paqijiya kela Diyarbekirê dest pê kiribû.