Wezareta Pêşmerge derbarê tevgera hêzên xwe de daxuyaniyek belav kir

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê derbarê tevgera Pêşmerge li navçeyên Mexmûr û Qereçoxê de daxuyaniyek belav kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê derbarê tevgera Pêşmerge li navçeyên Mexmûr û Qereçoxê de daxuyaniyek belav kir û tê da ragihand, wan li hember hêzên Iraqê ti tevgereke neyasayî nekiriye û tiştê rû daye, ji ber wê sedemê ye ku demek e gefên teroristên DAIŞê li navçeyê zêde bûne.

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, “Derbarê dengoya tevgera Pêşmerge li navçeyên Mexmûr û Qereçoxê de, li vir radigihînin: Ti tevgereke neyasayî li hember hêzên Iraqê nehatiye kirin, ew ê rû daye, bi sedema wê yekê ye ku demek e gefên teroristên DAIŞê li navçeyên çiyayê Qereçoxê û Mexmûrê zêde bûne. Zanyariyên hewalgiriyê wê yekê tekez dikin ku DAIŞ daxwaze kiryarên teroristî li navçeyê bikin. Wek amadesazî ji bo her metirsiyekê û tevgereke teroristî li navçeyê, beşek ji yekîneyên leşkerî yên hêzên Pêşmerge li navçeyên çiyayê Qereçoxê û bakurê Mexmûrê ketine haleta amadebaşiyê.”

Di daxuyaniyê de hat jî, “Tenê ji wê amadesaziya hêzên Pêşmerge, rêgirîkirina li kiryarên terorîstî û parastina ewlehî û aramiya deverê ye.”

Wezarata Pêşmerge di daxuyaniya xwe de diyar dike, “Me piştir jî ji bo metirsiyên terorîstan li van navçeyan hişyarî dabû ku ji ber valahiya ewlehiyê di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de heye. Di wê derbarê de jî me bi berdewamî daxwaza hevkariya leşkerî ya hevbeş ji bo têkbirina terorîstan kiriye.”