Li Tirkiyê buhayên kelûpelan zêde dibin

Li gorî daneyên fermî yên Saziya amaran bi dawîbûna meha Çileya îsal nêzîkê nirxê 300 berheman zêde bûye.
Tirkiye
Tirkiye

Enqere (K24) - Li Tirkiyê li gorî daneyên fermî yên Saziya amaran bi dawîbûna meha Çileya îsal nêzîkê nirxê 300 berheman zêde bûye. Hikûmeta Tirkiyê ji bo pêşîlêgirtina vê bihabûna kelûpelan planzasiyan dike. Lê li gorî aborînasan heta ku polîtîkayên li ser çandinî û ajaldariyê neguherin dê nirxê kelûpelan her zêde bibe. Ev zêdebûna nirxê berheman bandor li ser berîk û tûrikê welatiyan jî kiriye.

Bi destpêka sala 2021an li Tirkiyê hema meha li ser hemû berhem, xurek û kelûpelên jiyana rojana zem hate kirin. Li gorî daneyên saziya amaran ya Tirkiyê bi destpêka sala 2021an bihayê 293 kelûpelan zêde bûye û bi rêjeya ji sedî 19 herî zêde nirxê xurek, fêkî û şînkatî zêde bûye. Ji ber van zêdebûnan wezîrê gencine û darayî, wezîrê çandinî û daristanan, wezîra bazirganiyê, serokê banqeya navendî ya Tirkiyê li hev kom bûn û dê bi plansaziyên nû pêşiya zêdebûna bihayê berheman bigrin û destûrê nedin ku nirxê berheman bê zêdekirin.

Lê belê li gorî hin aborînasan ji ber ku çandinî û ajaldarî tê paşguhkirin, ji derve gellek berhem tên kirîn û polîtîkayeke demdirêj ya aboriyê nîne zehmete ku pêşiya bihabûna berheman bê girtin.

Aborînas Mustafa Sonmez diyar dike: “Çandinî û ajaldarî ev bi salane tê paşguhkirin. Alikariya hilberînerên ajaldarî û çandiniyê nayê kirin. sedema sereke ya zêdebûna xurekan ev e.  Di şûna ku piştevaniya hilberînerên xwecihî bê kirin ji derve bi dolar berhem û xurek tên kirîn. Ji ber vê çendê jî hejmara kesên ku bi çandiniyê re mijûl dibin kêm bûye. Bi hawirdekirinê daxwaza gel tê dabînkirin û bi nirxê zêde yê dolar ev hawirde tê kirin. ji ber vê çendê jî heta çandinî û ajaldarî zêde nebe, bihayê xurekan jî danakeve.”

Îsal berhema herî zêde biha bûye bi rêjeya ji sedî 36,7 fêkiya bi navê mandalîna ye û piştrejî bi rêjeya ji sedî 16.8 xiyar û bi rêjeya ji sedî 16 jî Bacanreşik biha bûye û welatiyên ku berê xwe didin bazarê jî ji rewşa heyî gazinc in.

Welatiyek bi navê Hasan Tekîn diyar kir: “Li gorî par ji sedî 100 nirxê berheman zêde bûye. Bı rastî jî li bazarê hertişt gellke biha ye. Par bi 50 lîre min hemû pêdiwiyên mala liv ê bazarê dikirîn û tûrikê min jî tejî dibû. Lê îsal berîka min zêde pere diçe lê dîsa jî tûrik tejî nabe.”

Welatiya bi navê Hamîde Dogan jî dibêje: “Welleh bi qasî çiyayan navbera par û îsal de ferq heye. Her çiqas bibêjin her tişt erzan e jî ev yek ne rast e. Em bazar bi bazar digerin ku kelûpeleke erzan peyda bikin.”

Kemal Mesut jî destnîşan dike: “Îsal bi rastî jî li ser nirxê berheman guherînên zêde hatine kirin. Li gorî marketan em tên bazaran pêdiwiyên malê dikirin lê dîsa jî nirxê berheman sê çar qat zêde bûye.”

Herwiha li gorî daneyên dawi yên Rêxistina Hevkariya aborî û pêşketinê Tirkiye ji ber zêdebûna bihayê xurek û keleûpelan bi rêjeya ji sedî 21 piştî welatê Arjantînê di rêza dûyem de ku nirxê kelûpelan herî zêde bûye. Li gel vê yekê di nava 36 welatên ku berev bi pêşketin û mezinûnê ve diçin jî ji ber zêdebûna nirxê xurek û kelûpelan jî di rêza yekem de cih digre.