Encûmena Parêzgeha Hewlêrê parêzgarê nû hildibijêre

Encûmena Parêzgeha Hewlêrê ji bo dengdana li ser namzedê parêzgehê dicive û parêzgerê nû yê Hewlêrê dê bê hilbijartin.
Encûmena Parêzgeha Hewlêrê
Encûmena Parêzgeha Hewlêrê

Hewlêr (K24) - Encûmena Parêzgeha Hewlêrê ji bo dengdana li ser namzedê parêzgehê dicive û parêzgarê nû yê Hewlêrê dê bê hilbijartin.

Li gor bernameyê, roja duşemê 8ê Sibata 2021ê civîna asayî ya Encûmena Parêzgeha Hewlêrê ji bo hilbijartina parêzgarê nû yê Hewlêrê dê bireve biçe.

Partiya Demokrat a Kurdistanê, ku fraksiyona herî mezin a Encûmena Parêzgeha Hewlêrê ye, Serokê Fraksiyona PDKê yê li Parlamentoya Kurdistanê ji bo postê parêzgarê Hewlêrê namzed kiriye.

Sekreterê Encûmena Parêzgeha Hewlêrê Alan Hurmiz ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Em wek Desteya Serokatiyê, îro ji bo dariştina civîna encûmenê bi mebesta hilbijartina parêzgarê nû civiyan, roja duşema bê, civîna asayî ya encûmenê ji bo hilbijartina parêzgarê nû dê birêve biçe.”