Melka Şêxmûs Qehremaniya Sûriyê ya Karatê bi dest xist

Lehenga kurd Melka Şêxmûs di werzişa Karatê de pileya yekem li ser asta Sûriyê bi dest xist.
kurdistan24.net

Qamişlo (K24) – Melka Şêxmûs keçeke Rojavayê Kurdstanê ye û pileya yekemîn di spora karatê de ser asta Sûriyê bi dest xist. Melka dibêje, malbata wê jê re piştevan in û xewna wê jî ew e, di pêşerojê debibe lîstikvanek navdar.

Keçên kurd ên Rojavayê Kurdistanê roj bi roj serkeftinên baş li ser asta Sûriyê tomar dikirin, yek ji wan keçan jî, keça bajarê Qamişlo Melka Şêxmûs e ku pileya yekemîn di werzişa Karatê de li ser asta Sûriyê bi dest xist. Malk diyar dike, ew ji biçûkaniya xwe ve dest bi vê werzişê kiriye û malbata wê jî jê re piştevan in.

Malka Şêxmûs got jî, ew 4 werzişvanên keç ên kurd ji Qamişlo çûn Şamê paytexta Sûriyê û beşdarî di pêşbirka Karatê de kirin û ji nava 58 tîman, wê pileya yekem bi dest xist.

Werzişvana kurd Melka Şêxmûs ji bilî vê xelatê, gelek xelatên din li ser bi dest xistine, wek Qehremaniya Herêma Cizîrê û Qehremaniya Parêzgeha Hesekê. Xewna Melka jî ew e, bibe werzişvaneke navdar û beşdarî qehremaniyên li ser asta cîhanê bibe.