Kazimî daxwaz kir pişkê Herêma Kurdistanê ji budceyê neyê guhartin

Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê û Encûmena Wezîran a Iraqê îro li ser pirsa projeyasaya budceya 2021an civiyan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê û Encûmena Wezîran a Iraqê îro li ser pirsa projeyasaya budceya 2021an civiyan û guhartin û pêşniyazên nû Komîteya Darayî hatin guftûgokirin.

Di wê derbarê de, Endamê Komîteya Darayî Cemal Koçer ji K24ê re got, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di civînê de daxwaz kir ku beşê girêdayî ye bi pişkê Herêma Kurdistanê wek xwe bimîne û ti destkarî tê de neyê kirin.

Cemal Koçer got jî: “Her di wê civînê de, Serokwezîrê Iraqê tekez kir ku nabe bi çi awayekî fermanber û mûçexwarên Herêma Kurdistanê bibin qurbaniyên nakokiyên siyasî.”

Wî endamê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê diyar kir, derbarê rêkeftina ligel Herêma Kurdistanê de, niha aliyê Şîe nermî nîşan dane.

Pêştir Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê li hev kiribûn ku Herêma Kurdistanê rojane 250 hezar bermîl petrol radestî Bexdayê bike, li hemberê pişkê Herêmê ji budceyê giştî ya %12.67 be. Lê Komîteya Darayî du bijardeyan datîne pêş Herêmê, yan hemû petrola xwe radestî Bexdayê bike, yan jî hemû dahatên darayî yên firotina petrolê radest bike.