Li Rojhilatê Kurdistanê bazirganekî Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin

Li bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê, bazirganekî Kurd ji aliyê hêzên polîsên Îranê ve hat kuştin.
Bazirgan Bêhzad Haşimî ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin
Bazirgan Bêhzad Haşimî ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê, bazirganekî Kurd ji aliyê hêzên polîsên Îranê ve hat kuştin.

Malpera Mafên Mirovan a Hengaw ragihandiye; îro danê sibê hêzên ewlehiyê yên Îranê li nêzîkî bajarê Xoy û li ser rêya Selmas-Xoy, otomobîla bazirganekî Kurd, bi behaneya ku barên qaçax bar kiriye, dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, ew bazirganê Kurd di wê êrişê de hat kuştin.

Navê wî bazirganê Kurd Bêhzad Haşimî ye û 37 salî ye û bavê zarokan û xelkê bajarê Selmasê ye.