Diyadîn Firat: Kadroyên kurdan di nava HDPê de kêm bûne

Siyasetmedar Diyadîn Ferat radigihîne, “Heger di pêşerojê de kadroyên kurdan di HDPê de nebin, siyaseta HDPê li ser kurdan serkeftî nabe.”
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Siyasetmedar Diyadîn Ferat radigihîne, “Heger di pêşerojê de kadroyên kurdan di HDPê de nebin, siyaseta HDPê li ser kurdan serkeftî nabe.”

Hevserokên HDPê Pervîn Buldan û Mîthet Sancar, bi civîneke girseyî û nimayîşên vîdyoyê destpêkirina kempîneke nû ya dadweriyê “Bo Herkesî Dadwerî” ragihandin. Hevserokên HDPê di daxuyaniyê de bang li hemû aliyên demokratîk û dijbereya Tirkiyê, hemû mirovên xwedî wijdan kirin ku dijî ev sîstema bêdadî, neheq û zordar derkevin û hêzên xwe bikin yek.

Di wê derbarê siyasetmedar Diyadîn Ferat ji K24ê re ragihand, “Li Tirkiyê du sal in du tifaq hene, Tifaqa Cumhur û Tifaqa Milet berdewam dikin û ew her du tam bi ser neketine. Siyaseta Tirkiyê hatiye xetimandin û bûye du bere, Tifaqa Cumhur û Tifaqa Milet. Di vê çarçoveyê de HDP hevdîtinan bi partiyên siyasî re dike û daxwaza maf û dadperweriyê, wekhevî û azadî dike. HDP dibêje, em partiyeke Tirkiyê ne û li ser şert û mercê Tirkiyê siyasetê dikin. Lê tevgera wê hatiye astengkirin û divê Tirkiyê ji vê tengasiyê derbikeve.”

Got jî: “HDPê mirov pîroz dibîne. Bi nerîna HDPê, ax û dewlet ne pîroz e, tenê mirov pîroz e û divê mafên mirovan nas bikin. HDP dibêje em her kesî re diyalogê dikin, lê tenê şertê me yê yekem edalet e û divê ji bo her kesî edalet hebe.”

Diyadîn Firat got jî: “Kadroyên kurdan di nava HDPê de gelekî kêm bûne. Di xwezayîya pirsgirêkê de kurd heye, lê îro ti siyaseteke tam li mafên kurdan xwedî derketiye jî nîne, lê di destê kurdan de HDP maye, xirap be jî HDP ye û rind be jî HDP ye. Heger di pêşerojê de kadroyên kurdan di HDPê de nebin, siyaseta HDPê li ser kurdan serkeftî nabe.”