Pisporên NY daxwazê ji welatan dikin welatiyên xwe ji kampên Hol û Roj derbixin

Pisporên mafên mirovan ên Netewên Yekgirtî daxwazê ji welatên cîhanê dikin jin û zarokên li kampên Hol û Rojava de vegerînin welatên xwe.
Kampa Holê li Hesekê
Kampa Holê li Hesekê

Navenda Nûçeyan (K24) – Pisporên mafên mirovan ên Netewên Yekgirtî daxwazê ji welatên cîhanê dikin jin û zarokên li kampên Hol û Rojava de di şertên nebaş de dimînin, vegerînin welatên xwe.

Di hewlekê de ji bo guhartina helwesta wan, nêzîkî 20 pisporên mafên mirovan nameyek ji 57 welatan re şandin û ji wan daxwaz kirin ku welatiyên xwe yên di kampên Roj û Holê yên Rojavayê Kurdistanê de ne vegerînin.

Ew pispor dibêjin, rewşa li wan her du kampan gelekî metirsîdar e û kesên lê dimînin di şert û mercên nemirovî de dijîn.

Li gor wan pisporan, kesên di wan kampan de dimînin rastî tundî û nexweşiyan tên û awayê serderîkirina bi wan re jî wek “eşkencekirin” bi nav dikin.

Ji aliyekî din ve, jêderekî xwecihî ji ajansa “AFP” re ragihand, ji destpêka îsal ve 14 kes li kampa Holê hatine kuştin, 3 kes ji wan serê wan hatiye birîn.

Kampa Holê li bajarê HesekeRojavayê Kurdistanê ye ku yek ji mezintirîn kampên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye û niha li gorî rayedarên Neteweyên Yekgirtî 62 hezar kes lê dijîn û piraniya wan jin û zarokên DAIŞê ne.

Rayedarên Netewên yekgirtî dibêjin, jin û zarokên li van kampan bi guman têne dîtin, ji ber ku piraniya wan malbatên çekdarên berê yên DAIŞ'ê ne û welatên wan ji bo vegera wan dudilî ne.

Li gorî hin raporên saziyên navdewletî, kampa Holê yek ji kampên herî metirsîdar e ser asta cîhanê. Rêvebiriya xweser jî dibêje ku karînên wan sînordar in, nemaze ku bi hezaran çekdar jî di zindanên wan de hene, êdî ev rewş hewcedarî destêwerdaneke navdewletî ye.

ji bo kontrolkirina rewşa li Kampa Holê, HSD û Rêveberiya Xweser, ji sala borî ve dest bi derxistina malbatên Sûrî ji kampê kirin û heta niha zêdetir ji 6 hezar kes hatine derxistin.