Nîgarkêşê Kurd bi banga Swîsre û Belçîka dê li Ewropayê pêşangeh veke

Nîgarkêşê Kurd Xelef Diljan ê ji Semsûra Bakurê Kurdistanê ye, bi şêwazeke ciyawaz wêneyên kesayetên Kurd û bûyerên girîng ên dîroka Kurdan xêz dike.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Nîgarkêşê Kurd Xelef Diljan ê ji Semsûra Bakurê Kurdistanê ye, bi şêwazeke ciyawaz wêneyên kesayetên Kurd û bûyerên girîng ên dîroka Kurdan xêz dike. Xebatên hunerî yên nîgarkêşê Kurd bala rayedarên Swîsre û Belçîkayê dikêşîne û hunermendê Kurd vedixwînin da ku li welatên wan jî pêşangeh veke.

“Di vê hunera min de ez 10 yan 11 salî bûm min dest pê kir. Li ser hunera helbestê, dengbêjî yanê bi her awayî kî ji me re bûye rêber ez dixwazim wêneyên wan xêz bikim.”

Xwediyê van gotinan Nîgarkêşê Kurd ê Semsûrî Xelef Diljan, xwe wek deyndarê kesayetên Kurd ku xizmetên mezin li çand û dîroka Kurdan kirine dibîne û ji bo ew neyên jibîrkirin bi şêwazeke ciyawaz wêneyên wan xêz dike û bi rêya hunerê, kultira Kurdan dide naskirin.

Xebatên nîgarkêşê Kurd bala rayedarên hikûmetên Belçîka û Swîsreyê dikêşîne û her du dewlet bang li wî dikin da ku li welatên wan pêşangeh veke.

Nîgarkêş Xelef Diljan ji K24ê re got: “Li Belçîkayê pêşangehekê ez ê vekim piştî wê li Swîsreyê pêşangeheke min a din dê çêbibe. Her du pêşangeha xwe de mijar çanda Kurdan e. 26 xebatên min di pêşangehê de dê cîh bigire. Dema xebera vexwendinê min bihîst ez gelek kelecan bûm. Min go ka ez ê tiştekî çawa bikim? Ez dibêjim ka rola ku dan min anha roleke mezin e. Înşallah em ê gelê xwe li wir bi awayeke baş bi hunerê temsîl bikin.”

Diljan bi hunera xwe bala mirovan dikêşîne ser êş û keserên Kurdan da ku hemû cîhan pê bihese.

Xelef Diljan dibêje: “Niha êşên me pir in. Yanê ji dîroka berê heta niha. Ez dixwazim bi xêzkirinê xwe çanda me ya ji dîroka berê vir da nîşan bidim bi hunerê da ku bila hemû cîhan bibîne ka em tiştek çawa derbas dikin, jiyana me çawa ye çi hatiye serê me bizanin. Ez dixwazim li başûr jî (Herêma Kurdistan) pêşangehek vekim. Çimkî li wir xwedî li hunera Kurdî zêdetir tê derketin.”

Nîgarkêşê Kurd beriya çend salan di du pêşbaziyên cuda yên li tevahiya Tirkiyê de hat sazkirin ku ji zêdeyî 15 hezar kes lê beşdar bûbû bi her du wêneyên xwe bûye yekem.