Li Îranê lêdana derziya dijî Koronayê dest pê kir

Îran ku li Rojhilata Navîn yekemîn welatê herî zêde hejmara pêketin û mirinê tomara kiriye, îro dest bi lêdana derziya dijî vîrusa Koronayê kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Îran ku li Rojhilata Navîn yekemîn welatê herî zêde hejmara pêketin û mirinê tomara kiriye, îro dest bi lêdana derziya dijî vîrusa Koronayê kir û vaksîna Sputnik V ya Rûsyayê bi kar tîne.

Destpêkirina lêdana derziya dijî Koronayê (Covid-19), îro li televîzyona fermî ya Îranê hat ragihandin. Kurê Wezîrê Tendirustî yê Îranê, yekem kes bû ku vaksîna dijî Koronayê wergirt.

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li nexweşxaneyeke Tehranê di destpêka helmetê de ragihand: “Em dest bi helmeta niştimanî ya lêdana derziya dijî vîrusa Covid-19ê dest pê dikin.”

Îranê du milyon derziyên vaksîna Sputnik V ji Rûsyayê kirrîne û bi sê beşan dê bigihîjin Îranê. Piştî ku beşa yekem a vaksînê gihişte Tehranê, Balyozê Îranê yê li Moskowê Kazim Celalî diyar kir; biryar e heta 28ê vê mehê, du beşên din jî bigihîjin.

Berî niha Îran ragihandibû ku vaksîna rojava ya dijî Koronayê nakirrin û bi kar naynin, loma piştî ku vaksîna Rûsyayê kirrî, rastî rexneyê hat ku zanyariyên vê vaksînê bi temamî nehatine eşkerekirin. Li ser vê yekê Wezîrê Tendirustî yê Îranê ragihandibû; vaksîna Rûsyayê bi silamet e, loma ewilî malbata wî dê vê vaksînê werbigre.