Partiyên Davutoglu û Babacan ji Kurdan daxwaza piştgiriyê dikin

Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) û Partiya Pêşerojê (Gelecek) dixwazin ji kurdan piştgiriyeke xurt bigirin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) û Partiya Pêşerojê (Gelecek) dixwazin ji kurdan piştgiriyeke xurt bigirin. Li gorî encamên rapirsiyan, ji ber polîtîkayên AK Partiyê yên li ser kurdan her ji 100 dengdêrên kurd 25ê wan ji AK Partiyê dûr dikevin. Rêveberên Partiya Deva û Gelecekê yên Diyarbekirê dibêjin; welatî ji partiyên heyî bêhêvî bûne û li bijardeyeke nû digerin.

Li gorî encamên rapirsiyan %25ê dengdêran ji polîtîkayên partiyên xwe û siyasetê bêvêhî bûne û dudil in. Partiyên ku nû hatine demezrandin bi soz û wadên çareserkirina pirsgirêkan bi taybetî dixwazin dengdêrên dudil berê xwe bidin wan.

Serokê Partiya Pêşerojê ya Şaxa Diyarbekirê Aydin Altaç got; wan di bernameya partiya xwe de behsa Pirsgirêka Kurd kirine û dibêjin ev pirsgirêk  tenê bi mafên destûrî çareser dibe. Li gorî nirxandina Altaç, dengdêr li bijardeyeke nû digere.

Aydin Altaç ji Kurdistan24ê re ragihand: “Divê ev pirsgirêk bi siyasetê çareser bibe; ne bi tundiyê, ne bi kuştin û xirabûnê. Evan her du partiyan jî (AK Partî û HDP) di van 20 salên paşiyê de gel xistina nava aloziyan de. Gel di vê mijarê de li partiyeke nû digere. Gel li fikreke nû  ku ji wan re bibe hêvî digere.  Gel dibêje; dema ku em li van her du partiyan veqetin divê partiyeke nû hebe van pirsgirêkan çareser bike.”

Li gorî nirxandinên rêveberên partiyên nû, AK Partiyê di nava 20 salên desthilatdariya xwe de pirsgirêkên civakî çareser nekirin û pirsgirêkên heyî jî mezintir bûne.  Li gorî ku rêveberên Partiya DEVAyê dibêjin; %30ê piştgirên wan ji berê piştgirên AK Partiyê bûne û %20ê wan jî piştgirên CHPê bûne.

Serokê Şaxa Diyarbekirê yê DEVAyê Cîhan Ulsen got; ji ber sedemên cuda dengdêr naxwazin fikra xwe bi aşkereyî ji saziyên rapirsiyan re bibêjin lê belê roj bi roj piştgiriya ji bo partiya wan zêde dibe.

Cîhan Ulsen ji Kurdistan24ê re eşkere kir: “Em rojeva xwe li gorî daxwazên welatiyan diyar dikin.  %80ê civakê bawerî pê hebû ku ev desthilatdarî Pirsgirêka Kurd çareser bike lê mixabin nebirin serî. Ji ber siyasetên şaş ti hêviya welatiyan ji vê desthilatdariyê nema ye. Heta ku mirov navê pirsgirêkan rast nedane pirsgirêk nayên çareserkirin. Divê ev siyaset û sîstema rêveberiyê bê guhertin da ku pirsgirêk bên çareserkirin.”

Nêzîkatiya partiyên siyasî yên li ser çareserkirina Pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên aborî li ser biryarên dengdêran diyarker e. Rêveberên partiyên Pêşeroj û DEVAyê  xwe wekî navnîşana çareserkirina pirsgirêkên civakî dibînin û daxwaza dengan dikin. Bi gerimbûna rojeva hilbijartinê re tê çaverêkirin ku hejmara dengdêrên dudil kêmtir bibe.