Ji CHPê partiyeke nû derdikeve

Di siyaseta navxweyî ya Tirkiyê de piştî deshilatê di nava partiyên muxalefetê de jî partiyên nû ava dibin.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Di siyaseta navxweyî ya Tirkiyê de piştî deshilatê di nava partiyên muxalefetê de jî partiyên nû ava dibin. Herî dawî ji partiya muxalefeta sereke CHPê piştî îstîfaya Muharrem Înce partiya sêyem jî ava dibe. Herçiqas rayedarên CHPê bibêjin ev îstîfa zirarê nade wan jî şirovekarên siyasî dibêjin; dibe ku di nava partiyên din de jî parçebûn çêbe û ev yek bêguman hêza muxalefetê lawaz dike li hember desthilatê.

Parlementerê berê yê CHPê û di heman demê de namzedê vê partiyê yê hilbijartina serokomariya 2018an Muharrem Înce ji partiya xwe CHPê îstîfa kir û biryar da ku partiyeke nû ava bike. Bi vê yekê jî piştî ku di nava partiya deshilatdar Ak Partiyê de partiyên Pêşeroj û DEVA derketin di nava CHPê de jî bi biryara Muharrem Înce niha 3ê partî av dibin. Gelo di avakirina van partiyan de bandora deshilatê heye yan na? Û ev partî dê çi bandorê li CHPê bikin?

Derbarê van pirsan de Parlementerê CHPê yê Enqerê Yildirim Kaya diyar kir ku deshilat ji ber ku perçe bûye dixwaze her partiyeke muxalefetê jî perçe bibe û her çiqas di nava van de sê partî hatibin avakirin jî ev yek ji bo wan nabe astengî.

Yildirim Kaya ji Kurdistan24ê re ragihand: “Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî ji ber ku bûye sê perçe dixwaze di nava partiyên din de jî perçebûn çêbe. Deshilat ji bo ku di nava partiyên muxalefetê de jî deng bidest bixe bi rêbazên cuda dibe sedema parçebûna partiyan. Lê belê encamekê bidest naxe. Muherrem Înce din ava CHPê de parlementerî kir, bû serokê şaxa bajarên cuda û ya herî girîng bû namzedê serokomariyê. Rêya wî vekirî be lê belê nabe hêviyeke mezin û tevî ku sê partî di nava CHPê de ava bibin jî ev yek bo me nabe astengî.”

Şirovekarê siyasî Mete Kaan Kaynar jî dibêje ku piştî îstîfayên nava CHPê de dibe ku nava HDP û partiya Îyî de jî partiyên nû bên avakirin û avabûna her partiyeke nû hêza muxalefetê lawaz dike.

Prof. Dr. Mete Kaan Kaynar diyar kir: “Egera parçebûna partiya Îyî û HDPê jî tê nirxandin û dibe ku partiyên nû jî din ava van partiyan de derkevin lê em niha vê yekê nizanin. Bi ya min bi destê Muharrem Înce avabûna partiyeke nû zêde bandorê li ser siyasetê nake. Lê belê di nava muxalefetê de her partiyeke nû dibe sedem ku hêza muxalefetê jî perçe bibe û hemberî deshilatê lawaz bibe. Yanî her çiqas niha muxalefet hemberî deshilatê bihêz be jî ev partiyên nû dê destê muxalefetê lawaz bike.”

Piştî hilbijartinên sala 2018an yên li Tirkiyê êdî her partî di nava bereyekê de beşdarî hilbijartinan dibe û kîjan bere ji sedî 50 yek lê zêde bidest bixe ev bere dibe deshilat. Ji ber vê çendê jî pispor amaje dikin ev partiyên nû tên avakirin bi egera hilbjartineke pêşwext de dê rewşa hilbijartinan biguherînin û dibe ku bibin sedema guherîna deshilatê jî.