Serok Barzanî spasiya Swêdê ji bo hevkariya bi revenda Kurdî re dike

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Swêd li Iraqê Lars Ronnas kir û rewşa siyasî ya navçeyê û proseya siyasî ya Iraqê guftûgo kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Swêd li Iraqê Lars Ronnas kir û rewşa siyasî ya navçeyê û proseya siyasî ya Iraqê guftûgo kirin.

Di hevdîtinê de guftûgo derbarê rewşa siyasî ya navçeyê û proseya siyasî ya Iraqê û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê de kirin û ronahî jî xistin li ser gefên terorê ya li ser asayîşa cîhanê û Balyozê Swêd li Iraqê spasî Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge kir ku di rûbirûbûna DAIŞê û parastina aştî û asayîşa cîhanê de roleke wan ya ber bi çav hebûye.

Peywendiyên di navbera gelê Kurdistanê û gelê Swêdê de û her wiha revenda Kurdî li Swêd mijarên din ên vê hevdîtinê bû û Serok Barzanî spasî welatê Swêdê kir ku li rojên teng û enfal û êşan da hembêza xwe ji bo welatiyên Kurd vekir û her du alî hêvî xwestin hebûna hejmareke zêdeyê Kurd li Swêdê li ser berev pêşveçûna peywendiyên her du aliyan de reng bide.