Li Kerkûkê 3 polîs hatin kuştin

Li başûrê Kerkûkê di êrîşeke çekdarên DAIŞê de sê polîs hatin kuştin.

Hewlêr (K24) – Li başûrê Kerkûkê di êrîşeke çekdarên DAIŞê de sê polîs hatin kuştin.

Fermandariya Polîsê Federal yê Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand; di êrîşeke çekdarên DAIŞê de bo ser devera Wadî Şay a li başûrê Kerkûkê, sê polîs hatin kuştin.

Li aliyê din, ji ber teqîna bombeyekê bi karwaneke artêşa Iraqê de, li devereke başûrê Mûsilê, çar serbaz birîndar bûn, ku yek ji wan efser e û birîna wî giran e.

Herwiha duh li Daqûqê jî, di êrîşeke DAIŞê de du polîs hatibûn kuştin û du polîs jî birîndar bûn.