Li Iraqê biryara qedexeya çûnûhatinê hat ragihandin

Komîteya Bilind a Tendirustî û Selametiya Niştimanî ya Iraqê qedexeya çûnûhatinê ji demjimêr 8:00 êvarê û heta 5:00 sibê ragihand.

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîteya Bilind a Tendirustî û Selametiya Niştimanî ya Iraqê qedexeya çûnûhatinê ji demjimêr 8:00 êvarê û heta 5:00 sibê ragihand.

Ji ber bilindbûna rêjeya pêketina bi vîrûsa Koronayê, li Iraqê rêkarên xweparêziyê hatin tundkirin.

Komîteya Bilind a Tendirustî û Selametiya Niştimanî ya Iraqê ragihand, çûnûhatin ji demjimêr 8:00 êvarê û heta 5:00 sibê qedexe ye. Ev biryar jî ji roja Pêncşema bê ve dikeve ware cibicîkirinê.

Li gor biryarê, Qedexeya derketina derve, sektora tenduristiyê, hêzên ewlekariyê, fermangehên xizmetguzariyê û firoşkaran sewze û fêkiyan li xwe nagire.

Pêştir jî, Wezareta Tendirustiyê hişyarî ji belavbûna pêla duyem a Koronayê dabû û tekez kiribû, rewşa pandemiyê di asteke metirsîdar de ye û divê rêkarên xweparêziyê bêne tundkirin.

Di daxuyaniyê de hatiye, amarên rojên borî nîşan didin ku pêla duyem a Koronayê ji pêla yekem tundtir dibe.

Daxuyaniyê diyar kir, heger hejmara pêketiyan zêde bibe, neçar dibin ku ji ber selametiya welatiyan, qedexeya çûnûhatinê ya giştî bê ragihandin.