Akar û serdana hêzên welatê li ser sînorê Herêma Kurdistanê dike

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê û hejmarek fermandarên leşkerî yên Tirkiyê serdana navçeyên sînorî ên bi Herêma Kurdistanê re kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar, Serokerkanê Artêşa Tirkiyê Yaşar Guler û hejmarek fermandarên leşkerî yên Tirkiyê serdana navçeyên sînorî ên bi Herêma Kurdistanê re kir.

Li gor medyaya Tirkiyê, Akar serdana yekîneyên leşkerî yên li Şirnexê li ser sînor kir û piştre çû navenda rêveberiya operasyona “Pence Kartal-2” a li dijî PKKê li çiyayê Garê li Herêma Kurdistan.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê roja 10ê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku wan li çiyayê Garê li dijî PKKê dest bi operasyonê kirine.

Roja 11ê vê mehê jî, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê da xuyakirin, di encama şerê bi PKKê re, 3 leşker hatine kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji xaka Bakurê Kurdistanê vekişiyaye û binke û baregehên xwe yên çekdarî li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê danîne.

Ji meha Adara sala borî ve Tirkiye hêzên xwe derbasî nava xaka Herêma Kurdistanê kiriye û şer li dijî PKKê destpê kiriye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çendîn boneyê cuda de daxwaz ji Tirkiye û PKKê kiriye ku şer û nakokiyên xwe yên çekdarî ji Herêma Kurdistanê dûr bixin û daxwaz ji PKKê kiriye û ji xaka Herêmê derkeve û vegere nava xaka xwe.

PKKê heta niha red dike ji xaka Herêma Kurdistanê derkeve, bi wê bihaneyê jî Tirkiye şerê xwe li dijî wê partiyê aniya nava Herêma Kurdistanê.