96 sal di ser serhildana Şêx Seîd de derbas dibin

Lêkolîner dibêjin, serhgiladana Şêx Seîd serhildaneke neteweyî û ji bo azadiya gelê Kurd û Kurdistanê bû.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Di 96. Salvegera serhildana Şêx Seîd de, lêkolîner û malbata Şêx Seîd, girîngî û taybetiyên serhildanê ji bo Kurdistan24 nirxandin. Hat ragihandin ku serhildan ya kesekî an jî îdeolojiyekî nebû ye, lê serhildaneke neteweyî û ji bo azadiya gelê Kurd û Kurdistanê bûye.

Di ser serhiladana 1925'an ku wek serhildana Şêx Seîd tê zanîn de 96 sal derbas bû, Lêkolîner û malbata Şêx Seîd ragihandin ku serhildan bi ser neketibe û pêşengên serhildanê hatibin darvekirin jî, doza ku wan dabû pêşiya xwe hêj jî ji bo gelê Kurd û Kurdistanê dozeke mafî û pîroz e.

Lêkolîner Kerem Serhedî da zanîn ku serhildana Şêx Seîd û hevrêyên wî, serhildaneke li dijî yekperestî û polîtîqayên tunekirina Kurda ye, loma jî divê gelê Kurd doza wê serhildanê baş fêm bike û bi nirxên xwe re, li netewe û welatê xwe xwedî derbikevin.

Lêkolîner Kerem Serhedî ji K24ê re got: "Ev 96. Sal in ku serhildana Şêx Seîd destpê kiribû. Mirov dibîne ku hêj jî tiştek neguhêrî ye. Wê demê rejîma Îtahat Terakî li sr hikum bû, Îro jî kî be bila be, mirov dibîne ku demokratên wan jî, nijadperestên wan jî dema mesele dibe Kurd, hemû heman helwestê de ne û ixtilaf di nvbera wan de nîn e.  Lazim e ku em gelê Kurd yê bindest jî, jixwe agahbin û bi taybet jî hay ji dîrok û çanda xwe hebin."

Bal hat kişandin ku serhildana 1925'an bi pêşengiya Şêx Seîd Efendî û qadroyên hereketa Azadiya Kurdistanê dest pê kiriye û Kurdên oldar û xwenda bi helwesteke neteweyî pêkve pêşengiya serhildanê kirine.

Neviyê Şêx Seîd Efendî û Serokê Komeleya Şêx Seîd Mihemed Qasim Firat jî da zanîn ku serhiladan li dijî înkar û îmha gelê Kurd dest pê kiriye û îro jî ew doza maf û azadiya gelê Kurd muhtacî xwedî lê derketinê ye.

Serokê Komeleya Şêx Seîd Mihemed Qasim Firat dibêje: "Mebesta Şêx Seîd Efendî û hevalên wî ew bû ku ew makezagona ku bi taybet di sala 1924'an de hatibû amade kirin û tê de Kurd û Kurdistan nehatibû dîtin bû. Tê de îmha û înkara Kurdan hebû, tê de yekperestî, yek ziman û yek miletekî hebû. Wê tiştî jî Şêx Seîd û hevalên xwe qebûl nekirin û xwestin wê nerazîbûna xwe ji gelê xwe yê Kurd û hemû cîhanê re vebibêjin da ku hiqûqa mafên xwe bidest bixin."

Serhildana 1925'an ku di 13'ê Sibatê de dest pê kiribû, piştî ku serhildan têkçûbû, Şêx Seîd Efendî, bi 5 pêşengên serhildanê re, di 29'ê Hezîran a heman salê de, ji aliyê Dadgeha Îstiklalê ve, li qada Şêx Seîd a Diyarbekirê hatibûn darvekirin. Di 96. Salvegera serhildanê de, şehîdên serhildanê jî hatin bibîranîn.