DAIŞê bazirganekî Kurd kuşt û ji bo radestkirina termê wî 100 hezar dolar dixwaze

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand; bazirganekî Kurd piştî ku ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hat revandin û hat kuştin, ji bo radestkirina termê wî 100 hezar dolar dixwazin.
Bazirganê Kurd Ebas Xizir Cume ji aliyê DAIŞê ve hat kuştin
Bazirganê Kurd Ebas Xizir Cume ji aliyê DAIŞê ve hat kuştin

Hewlêr (K24) – Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand; bazirganekî Kurd piştî ku ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hat revandin û hat kuştin, ji bo radestkirina termê wî 100 hezar dolar dixwazin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê eşkere kir; rêxistina terorî ya DAIŞê bazirganê Kurd ê bi navê Ebas Xizir Cume yê 25 salî û xelkê gundê devera Hesekê, revand.

Li gor daxuyaniya Çavdêriyê, bûyera revandin û kuştina bazirganê Kurd, li nêzîkî gundê Kiwaşiye yê navbera Şedadî û gundên başûrê Hesekê hatiye encamdan.

Kiryara terorî piştî wê yekê hat zanîn ku wêne û vîdyoya dema kuştina wî, bi rêya telefona bazirganê Kurd, ji hevjîna wî re hatiye şandin.

Di vîdyoyê de çawaniya encamdana kuştinê diyar e, bazirgan li ser çog e û destên wî li paş wî hatine girêdan, dengê kesekî tê bihîstin û dîmena wî ne diyar e, berî teqandina gulleyê li ser bazirgan, dibêje: “Ev bi eslê xwe Kurd e, li cem hêzên navxweyî dixebite.”

Birayê bazirganê Kurd, Deham Xizir Cume diyar kiriye: “Kesên nenas, birayê min û şirîkê wî Mihemed Zahîr Abir, ku ew jî hatiye kuştin, bi xapandina kirîna otomobîlê, revandine.”

Deham Xizir Cume herwiha eşkere kiriye: “Bi rêya name, terorîst ji bo radestkirina termê wî, 100 hezar dolar dixwazin û dibêjin bişînin Tirkiyê.”

Cume diyar kir: “Birayê min di pêwendiya herî dawî ya telefonî de di 4ê vê mehê de got 'ez hatime revandin û li devera Şedadî me', piştî wê pêwendiya me qut bû heta 8 rojan, lê zanyariyên telefona wî derdixe holê ku birayê min û şirîkê wî, li devera Behre ya deşta Dêrezorê hatine kuştin.”