Serok Barzanî: Têkbirina terorê hewleke hemû aliyan e

Serok Mesûd Barzanî roja sêşemê 16ê Sibata 2021ê li Selaheddîn pêşwaziya Balyozê Danîmarkê yê li Iraqê Stig Paolo Piras kir.

Hewlêr (K24) - Serok Mesûd Barzanî roja sêşemê 16ê Sibata 2021ê li Selaheddîn pêşwaziya Balyozê Danîmarkê yê li Iraqê Stig Paolo Piras kir.

Di hevdîtinê de Balyozê Danîmarkê yê li Iraqê dilgiraniya xwe bi êrîşa mûşekiya şeva derbasbûyî ya li ser bajarê Hewlêrê nîşan da û pêzanînên xwe jî ji bo wê aramî û pêşketinê hebû ku li salên derbasbûyî û niha li Herêma Kurdistanê pêkhatiye.

Balyozê Danîmark li Iraqê ev jî xiste rû ku welatê wan hevbeşê Hevpeymaniya Navdewletiya dijî terorê û beşdar bûye li meşq û rahênana bi hêzên Iraqî û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê. Tekez jî li wê yekê kir ku pêwîste kêşeyên di navbera Herêm û Hikûmeta Federal li rêya aştî û diyalogê bê çareser kirin.

Her di vê civînê de derbarê gefên terorê de Serok Barzanî wê yekê ragihand ku têkşikandina terorê hewleke hemû aliyan e û fireh rehendî jêre pêwîst e. Raste niha DAIŞ li rûyê serbazî ve hatiye şikandin lê belê ew sedemên ku bûne hokara serhildan û bihêzbûna terorê wekî xwe mane. Di derbarê kêşeyên di navbera Herêm û Hikûmeta Federal Serok Barzanî wê yekê dûpat kir ku pêwîste ew kêşe li rêya diyalogê û li çarçêweya destûrê da bêne çareser kirin. Bi cîhkirina destûra Iraqê aramî pêktê û dibê sedema wê yekê pêkhatên Iraqê bi hevbeşî li gel hevdû bijîn.

Rewşa siyasiya navçeyê û Iraqê û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê mijarên dinê vê civînê bûn.