Papa Fransîs dixwaze Iraqî wî biparêzin

Papa dixwaze bi firokeyeke Iraqê bê û ji aliyê pasewanên Iraqê ve bê parastin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Birîkarê Wezareta Derve ya Iraqê Nîzar Xeyrulah ragihand, Vatîkanê ji wan re gotiye, Papa dixwaze bi firokeyeke Iraqê bê û ji aliyê pasewanên Iraqê ve bê parastin.

Birîkarê Wezareta Derve ya Iraqê Nîzar Xeyrulah îro beşdarî korbendekê bû û derbarê serdana Papayê Vatîkanê bo Iraqê de ragihand, “Bi Papa Fransis xweş e bi firokeyeke Iraqê jî serdana Iraqê bike û Iraqî wî biparêzin.”

Herwiha jî got: Ev seredan ji bo Iraqê dê dîrokî be û giring e ji bo piştevanîkirina Krîstiyanan.”

Biryar e roja 5ê Adarê Papayê Vatîkanê Papa Fransîs bi serdanekê bigihe Iraqê û roja 7ê Adarê jî serdana Hewlêrê Paytexta Herêma Kurdistanê bike.