Nêçîrvan Barzanî tekezî li serweriya yasayan dike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekezî li serweriya yasa û rêzgirtina li serbixwebûna biryara dadgehê û prensîpên mafên mirovan dike.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekezî li serweriya yasa û rêzgirtina li serbixwebûna biryara dadgehê û prensîpên mafên mirovan dike û radigihîne: “Divê yasa serwer bibe û ti alî û kes, xwedî mafê destwerdanê di karûbarên dadgehê de nîne.”

Nêçîrvan Barzanî bi daxuyaniyekê ragihand: “Roja sêşemê 16.02.2021 biryara dadgehê ya ji bo sizadana çend girtiyek dilgiraniyê dirust kiriye, lê belê ev biryara dawî nîne. Li gor yasa, mafê sizadayiyan e tane li biryarê bidin, dadgeha pêdaçûnê jî erkê xwe ye bi piştbestin û rêzgirtina li yasa û mafên mirov û mafên yasayî lêpirsînlêkirî û lêpirsînkar, bi keysê de biçe heta hemû hest bikin wekî hev mafê wan parastiye.”

Serokê Herêma Kurdistanê diyar dike: “Ji aliyê xwe ve em çavdêriya wê pirsê dikin, em tekezî li serweriya yasa û rêzgirtina li serbixweyî ya biryara dadgehê û li prensîpên mafê mirov dikin. Divê yasa serwer be û hîç aliyek û kesek mafê destêwerdanê li karûbarê dadgehê da tune.”

Nêçîrvan Barzanî diyar dike: “Ez daxwazê ji hemû aliyek dikim li gel maf û azadiyan li rexnegirtin û li dirustkirina guvaşên medeniyane beranber her biryarek, karekî wiha nekin bêbawerî bi dadgeh û yasa û her çi dam û dezgehane bê dirustkirin, ji ber bêbaweriya bi serweriya yasa, wiha dike êdî kes li ser û jiyan û keramet û mal û saman û paşeroja xwe piştrast nebe. Bila rexne û karên me ji bo baştirkirin û serwerkirina yasayê bê, ji bo rûxandina baweriya xelkê nebe bi yasa û dadgeh û sazî û damezraweyên fermî.”