Stranbêjekî Brîtanî û dengbêjekî Colemêrgî straneke kurdî dibêjin

Stranbêjê Brîtanî Paul Dwyer li gel Sadik Karaman klîbeka Kurdî pêşkêş kir.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Çîrokbêj û dengbêjê Colemêrgî Sadik Karaman li Stenbolê li Kafeyekê çand û mûzîka gelêrî ya Kurdî li biyaniyan dide nasîn. Piştî ku stranbêjê Brîtanî Paul Dwyer li vê cafeyê guhdariya muzîka Kurdî dike jê bandoreke mezin werdigre û biryar dide li gel Sadik Karaman klîbeka Kurdî çêbike. Ev klîba ku hatî çêkirin jî ji aliyê guhdaran ve rastî eleqeyek baş hat. Sadik Karaman dibêje ev sitrana wan gotî berbi wendabûnê ve diçû lewma ew kêfxweşe ku wan ev sitran anîye meydanê.

Çîrokbêj û dengbêj Sadik Karamanê 57 salî ev 6 sal in ji bajarê Colemêrga bakurê Kurdistanê hatiye stenbolê û li vî bajarê mezin bi malbata xwe ve cafeyekê rêvedibe. Lê li gel vî karê xwe Sadik Karaman dest ji çand û mûzîka Kurdî bernedaye û li vê cafeyê çîrok û sitranên gelerî yên devera Colemêrgê ji mişteriyên xwe re pêşkêş dike.Stranbêjê Brîtanî Paul Dwyerê ku rojekê li vê cafeyê guhdariya çîrok û muzîka Kurdî dike ji vê çanda Kurdî bandoreke mezin werdigre û ji Sadik Karaman dixwaze ew bi hev re klîbeka Kurdî çekin.Piştî vê biryarê jî Karaman yekem klîba xwe ya binavê '' Renî '' bi zimanê Kurdî li gel stranbêjê Brîtanî Paul Dwyer pêşkêş kir.

Sadik Karamanê ji K24ê re got: “Paulê camêr li vê taxê rûdinê, tê vêderê çay û qehweya xwe vedixwe.rojekê me sohbet li gel kir, got ez dixwazim tu bê studyoyê ez guhdariya dengê te bikim. Ez çûn min 4 sitran pêşkêş kir. Dema guhdariya sitrana Renî kir got ev tişteke gelek esasîye, ez dixwazim tu li gel min bixebitî. Min jî got serçavan. Me li gel yek rengek taze da sitranê û me li ser bingehê esasî ev sitran parvekir. Her kesê guhdariya min kirîn, Kurdên jorê û yên jêrê û hemûyan hezaran peyam rêkirine, spasiya min kirine, guhdariya min kirîne. Ji vî karê min gelekî memnun in çimko êdî ev sitran wenda dibin.”

Sadik Karaman dibêje wî hemû zanîna xwe ya li ser çîrok û mûzîkê ji dîwana bavê xwe û diya xwe wergirtiyê û ew dixwaze hêj ev çand wenda nebûyî vê tiştê bi nifşê nû re parve bike.

Sadik Karamanê dibêje: “Ez li ser van hemî tiştan li diwana bavê xwe fêrbîm.Ez çi bizanim min ji wêderê hilgirtiye. Dayka min jî gelek zana bû, sitran û dîroka Colemêrgê zêde tişt dizanî. Eyşe xanim cihê wê cinet be.Wê gelek tişt bo me gotine. Piştî ez hatim stenbolê û gihiştim vê merhelê ez dibêjim ez qerdarê wê me. Bo wan sitranan,bo wan bendbêjiyê qerdarin. Divê em jî bendbêjiyê,wê selîqeyê û çand û hunera Colemêrgê parve bikin û binin meydanê.”

Sadik Karaman hê jî çîrok û sitranên devkî yên devera Colemêrgê berhev dike û derbarê wan de ji zana û kesên temenê wan dirêj zanyariyên rast werdigre û wan wek belge tomar dike.

Sadik Karaman dide zanîn: “Van hemûyan ez kom dikim û li ser dixebitim.Li kûderê me xelet kiriye li kûderê kêmasî heye ez dîsa diçim Colemêrgê ji dengbêj,zanayan pirs dikim û têm temam dikim. Ji bo nifşê nû û gelê me înşilleh emê karên baş bikim.”

Ev kafeya ku çîrokbêj û dengbêj Sadik Karaman kirî wek navendeka çand û hunera devera Colemêrgê diyarê dê piştî niha bibe şahide gelek çîrok û sitranên berbi wendabûnê ve diçin û ev çanda qedîm dê careke din li vê derê geş bibe.