Di Roja Zimanê Dayik de mamosteyeke jin dibe sembola xwendina zimanê kurdî

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayik ya Cîhanî ye. Momosteya xwebexş a zimanê kurdî li Rojhilatê Kurdistanê Zara Mihemedî piştî ku dadgeha Sine cezya 5 sal zîndan lê sepand, di Roja Zimanê Dayik de bû sembola xwendina bi zimanê kurdî.

Mamosteya zimanê Kurdî û endama Encûmena Çandî - Civakî (Nûjîn) Zara Mihemedî roja 23ê Gulana 2019an bi tometa dayîna waneya zimanê Kurdî, rêkxistina simînarên civakî û komkirina hevkariyê ji kesên ziyan ji erdheja Kirmanşanê dîtinê re hate binçavkirin.

Zara Mihemedî di meha Tîrmeha 2020an jî ji ber wan tometan, bi 10 sal zîndanîkirin hate cezakirin, Piştre jî Dadgeha Temîzê ya Sine ew ceza ji bo 5 salan pesend kêm kir.

Birîna cezayê li Zara Mihemedî nerazîbûn û karvedanên gelek mezin ji aliyê Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê li pişt xwe anîn.

Di Roja Zimanê Dayik de, wêneya mamosteya zimanê kurdî Zara Mihemedî bi awayekî berfireh li tora civakî hat belavkirin. Wek ku di tora civakî de tê dîtin, hemû bikarhênerên medya civakî yên kurd wêne û diruşmên daxwaza azadkirina Zara Mihemedî danîn û wêneya Zara xistin li şûna wêneyên xwe.

Zara Mihemedî ji gundê Serawle yê parêzgeha Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê ye, bawernameya Karnasiya Bilind a Jeopolîtîk ji Zanîngeha Bîrcandê wergirtiye. Ew çalakvaneke civaka sivîl e û ji 10 salan ve li gundên derdora Sine û navenda bajarê Sineyê waneya Kurdî dide. Berî 6 salan jî, yek ji damezirênerên Encûmena Çandî – Civakî (Nûjîn) e, piştre jî bi dengê endamên rêveberên wê rêxistinê, wek seroka wê rêxistinê hat hilbijartin.

null

Zimanê kurdî li Rojhilatê Kurdistanê tenê di heyama 11 mehên dîrokî yên Komara Kurdistanê li Mehabadê hatibû pejirandin.

Piştî rûxandina rêjîma Paşayetiyê û hatina desthilata Komarî ya Îslamî, her çend e di madeya 15 a destûra Îranê de hatiye ku zimanê xwendinê dayikê li kêlek zimanê farisî azad e, lê heta niha tenl li zanîngeha Sine beşek ji bo zimanê kurdî hatiye vekirin, lê xort û keçên kurd li piraniya gund û bajarên Kurdistanê bi xwebexş zimanê kurdî fêrî zarokên kurdan dikin.

Rojhilatê Kurdistanê ji 5 parêzgehan Îlam, Sine, Loristan, Kirmanşan û Urmiyê pêk tê, heta niha jî hejmara nişticihên wan bi fermi nehatine ragihandin. Li gor amarên ne fermî jî tê gotin ku hejmara kurdên wan 5 parêzgehan û kurdên li Tehran û Xurasanê, zêdetir ji 12 milyon kesan ne.