Hevpeymaniya Navdewletî red dike ti binkeyên nû li Dêrikê ava kiribe
Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî radgihîne, ti zêdebûn di hêz û binkeyên wan li Dêrikê de nîne. Ev daxuyanî bersiva hin raporên ajansa SANA'yê ne.
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Wayne Marotto li Twittera xwe nivîsî: “Erkê Hevpeymaniya Navdewletî li bakurê rojhilatê Sûriyê nehatiye guhartin. Hevpeymaniya Navdewletî ligel hevpeymana xwe Hêzên Sûriyeya Demokratîk kar ji bo jinavbirina DAIŞê dike.”
Herwiha got: “Hevpeymaniya Navdewletî bi awayekî rêkxistinkirî gerên ewlehiyê encam dide, ji bo dubare gihandina kelûpelan bo karwanan li herêma ewlehiyê li rojhilatê Sûriyê û piştevanîkirin û bihêzkirina binkeyan.”
Di dawiya twîtê de jî got: “Ti zêdebûna di qebareya hêz û binkeyan de nîn e.”
Ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” di çend rojên borî de belav kiribû, Ameîrka dest bi avakirina binkeyeke nû li Dêrikê kiriye.