Yekîtiya Ewropa ji êriş û fişarên li ser HDPê dilgiran e

Yekîtiya Ewropa bang li Tirkiyê dike rêzê li mafên mirov bigire û pabendî yasayê bibe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Yekîtiya Ewropa ji êriş û fişarên li ser HDPê dilgiran e û bang li Tirkiyê dike rêzê li mafên mirovan bigire û pabendî yasayê be.

Peyvdarê Karûbarên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Peter Stano da xuyakirin, Yekîtiya Ewropa ji fişarên dijî HDPê, binçavkirin û girtina endam û rêveber û şaredarên HDPê dilgiran e.

Da zanîn, dadgeh bi armancên siyasî biryaran didin û bi rêya vê hewl didin parêzbendiya parlamenterên HDPê rakin.

Stano got, Tirkiye biryara Dadgeha Ewropa ya Mafên Mirovan a derbarî azadkirina Selahedîn Demîrtaş de cîbicî nake û li ser vê jî fişar zêde kirine.

Yekîtiya Ewropa bang li Tirkiyeyê dike, pabendî yasa û sîstema demokratîk bibe û rêzê li azadiya dezgehên siyasî bigire.