Şandeke PDKê serdana Bexdayê dike

Bi armanca hevdîtina ligel aliyên Şîe û Sune, şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) serdana Bexdayê dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi armanca hevdîtina ligel aliyên Şîe û Sune, şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) serdana Bexdayê dike.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ragihand, yekrêziya aliyên kurdî li ser astê navxwe û pêwendiyên ligel Bexdayê, gavên pêwîst avêtine.

Mehmûd Mihemed diyar kir jî, di çarçoveya serdana aliyên siyasî yên Iraqê, îro şandeke PDKê serdana Bexdayê dike.

Aşkere kir jî, babeta sereke ya serdanê, guftûgokirina pêwendiyên PDKê bi aliyên Şîe û Suneyên Iraqê re ye.