Li Rojavayê Kurdistanê 3 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane

Li rojavayê Kurdistanê 3 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest dane.
Nexweşxaneya Hesekê ya Covid-19
Nexweşxaneya Hesekê ya Covid-19

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Rojavayê Kurdistanê 3 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên dawiyê yê vîrûsa koronayê belav kir û diyar kir, 7 haletên nû yên Koronayê li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser hatine tomarkirin.

Li gor daxuyaniyê; li rojavayê Kurdistanê 3 kesên din bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dan. Li hemberê jî 4 pêketiyên Koronayê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 8602 kesan, ji wan 1246 kes baş bûne û 316 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.