Ermenistan pêwendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re bihêztir dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Cîgirê Wezîrê Derve yê Ermenistanê Artak Apîtoniyan kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Cîgirê Wezîrê Derve yê Ermenistanê Artak Apîtoniyan kir.

Di hevdîtinê de ku Balyozê Ermenistanê yê li Iraqê û Konsolê Giştî yê Hewlêrê amade bûn, behsa pêşxistina pêwendIyên dîrokî yên di navbera Herêma kurdistanê û Ermenistanê de hat kirin.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Ermenistanê daxwaz û amadehiya welatê xwe ji bo bihêzkirina pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re di hemû waran xwe de nîşan da. Herweha spasiya Herêma Kurdistanê kir ji ber ku giringî daye pêkhateya Ermenî li Herêma Kurdistanê ku nûnertiya wan li Parlamentoya Kurdistanê heye û wek hemû pêkhatên din mafên wan jî parastî ne.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li vekirina Konsolxaneya Giştî û Navenda Rewşenbîrî ya Ermenî li Hewlêrê kir û hêvî xwest, ku ew handerekî zêdetir be, ji bo baştirkirina pêwendîyên di navbera Herêma Kurdistanê û Ermenistanê de.