Polîsa Hewlêrê xewna ciwanekî nexweş bi cih tîne

Polîsa Hewlêrê xewna ciwanekî 13 salî ku bi pençeşêrê ketiye û li nexweşxaneyeke Hewlêrê tê dermankirin bi cih tîne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Polîsa Hewlêrê xewna ciwanekî 13 salî ku bi pençeşêrê ketiye û li nexweşxaneyeke Hewlêrê tê dermankirin bi cih tîne.

Xewna wî zarokî ew e, rojekê bibe polîs û xizmeta Hewlêrê bike. Polîsa Hewlêrê jî xewna wî bi cih tîne û ji bo dema 3 demjimêran bû polîs û bi otomobîla polîsan li nava bajêr geriya.

Li gor daxuyaniyeke Rêxistina Parastina Zarokan a Kurdistanê, roja 24ê Sibata 2021an wê rêxistina bi hevkariya Rêveberiya Polîsa Hewlêrê, xewna wî zarokî bi cih anî û 3 demjimêran bû polîs û bi otomobîlên polîsan serdana kolan û bazarên Hewlêrê kir.

null
null
null
null
null