Weşanxaneyên kurdî li Bakur û Tirkiye di rewşeke tengav de ne

Ligel astengî û pêkutiyên li ser Kurdî û weşanxaneyên Kurdî, pirsgirêkên aborî jî hene.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Lêkolîneke ku li ser weşanxaneyên Kurd yên li bakûrê Kurdistanê hatiye kirin, hat ragihandin. Rapora ku ji aliyê Kurdish Studies Center yanî Navenda Lêkolînên Li Ser Kurdan ve hatiye amadekirin de; rewşa weşanxane û weşangerên Kurd, binpêkirinên mafan ku li hember wan pêktên û astengiyên li pêşiya Kurdî hatine nirxandin.

Navenda Lêkolînên li Ser Kurdan, lêkolîna ku bi nûnerên weşanxaneyên Kurd û pisporên weşangeriyê re kiriye, bi raya giştî re par ve kir û bal tê kişandin ku weşanxaneyên Kurd, di bin pêkutî, zext û astengiyan de û bi kêm derfetan hewla berdewamiya karê xwe didin. Dîsa bal hat kişandin ku pirsgirêkên weşanxane dikşînin bi pirsgirêkên zimanê Kurdî ve girêdayî rû didin.

Li ser navê Kurdish Studies Centerê, rêvebirê projeyê Reha Rûhevîoglû da zanîn ku weşangerên Kud dema xwe ya herî baş di serdema pêvajoya çareseriyê de jiyan e û piştî ku şer dest pê kiriye jî, her diçe di şertên zehmettir û girantir de karên xwe dimeşînin.

Reha Rûhevîoglû ji K24ê re got: "Teda li weşanxaneyên Kurd tê kirin an jî mafên wan tên binpêkirin. Di çi qadan de: yekemin piştî ku projeya aştiyê nema û şer dest pê kir, ev bin pê kirin û neheqî jî zêde bûne. Di qada fûar ango pêşangehan de, piştî ku qayim ji bo şaredariyan hatine danîn, weşanxaneyên Kurd daxilî fûaran nakin an jî Kurdî ji nav afîşên pêşangehê derdixin. Di amfên çap kirin û belav kirinê de dîsa pirsgirêkên weşanxaneyên Kurd hene. Û ya sêyem û herî mezin jî Pirtûk tên qedee kirin û bi wî awayaî jî mafênhiqûqî tên binpêkirin."

Di raporê de hatiye ragihandin ku 12 ji wan bi Kurdî, 116 pirtûkên ku ji weşanxaneyên Kurd hatine çap kirin, hatine qedexe kirin.

Nivîskar û weşangerê Kurd Bahoz Baran jî balê kişand ku pirsgirêkên weşanxaneyan bi pirsgirêkên li ser ziman ve girêdayî ne û li gel pêkutiyên li ser wan hene, piştgriya pêwist jî ji sazî, partî û civaka Kurd jî nikarin bistînin.

Bahoz Baran dibêje: "Em wexta berê xwe didin bajaran û dibêjin gel oka Kurdî li bajaran li ser çi bilind dibe? Axaftina rojane ya civakê û dan û sitendinê mixabin zêdetir ne bi Kurdî ye. Kurdî li ku ye, dema em dipirsin û dibînin ; weşanxane hene, medya û televizyon hene û hin komele vî bara girtine ser xwe. dema em vana jê der bixin,  weka ku Kurdî li bajaran namîne ye rewş."

Weşangerên Kurd ragihandine ku li gel astengî û pêkutiyên li ser Kurdî û weşanxaneyên Kurdî, pirsgirêkên aborî jî sedem in ku weşanxaneyên Kurd bi pirsgirêkên mezin re rûkal bimînin.