Berî hatina Papa, Balyozê Vatîkanê li Iraqê bi Koronayê ket

Balyozê Vatîkanê li Iraqê bi Koronayê ket, lê ew bandorê li ser serdana Papa nake.
Papa Fransîs
Papa Fransîs

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê Vatîkanê li Iraqê ku kesê sereke yê serdana Papayê Vatîkanê bo Iraqê bi rêk dixe ye, ragihand, tevî ku ew bi vîrûsa Koronayê ketiye, lê ev yek bandorê li ser serdana Papa Fransîs ji bo Iraqê nake.

Balyoz Mitja Leskovar ragihand, ew û çend karmendên din ên balyozxaneyê bi Koronayê ketine û wan xwe kerentîne kirine.

Leskovar ku kesê sereke ye ku serdana Papayê Vatîkanê bo Iraqê rêk dixe tekez kir jî, pêketina wan bi Koronayê, dê bandorê li ser bernameya serdana Papa neke.

Biryar e, Papayê Vatîkanê Papa Fransîs di navbera 5 – 8 ê Adarê serdana Iraqê û Herêma Kurdistanê bike.

Ev di demekê de ye, di çend rojên borî de li Iraqê hejmara pêketiyên Koronayê zêde bûye û desthilatên Iraqê jî, çûnûhatina di navbera parêzgehan de qerdexe kiriye.

Li gor bernameya hatiye ragihandin, Papa Fransîs roja 5.3.2021an digihe Bexdayê, roja din jî serdana Necef dike û ligel Merciê Bilind ê Şîeyan Elî Sîstanî dicive û ji wir serdana şûnwara Or dike.

Papayê Vatîkanê roja 7ê Adarê serdana Herêma Kurdistanê dike û li Firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî ji aliyê berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê û kesayetiyên olî ve pêşwazî lê tê kirin.