Helîkoptereke Rûsî li Rojavayê Kurdistanê kete xwarê

Li gor zanyariyên peyamnêrê me, kesekî canê xwe ji dest daye.
Gereke çavdêriyê ya hêzeke Rûsî - Wêne: Arşîv
Gereke çavdêriyê ya hêzeke Rûsî - Wêne: Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Helîkoptereke Rûsî li rojavayê bajarokê Til Temirê yê Rojavayê Kurdistanê kete xwarê û firokvanê wê canê xwe ji dest daye.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo da zanîn, Helîkoptereke Rûsî dema gera çavdêriyê dikir, li rojavayê bajarokê Til Temirê kete xwarê.

Li gor zanyariyên peyamnêrê me, firokvanê helîkopterê, canê xwe ji dest daye.

Îro hêzeke Rûsî ku ji çend zirîpoş û 2 helîkopteran pêk dihat ji bo çavdêrîkirina rewşa agirbestê li deverê bikin, dest bi gereke çavdêriyê li rojavayê Qamişlo, Dirbêsiyê, Ebo Rasên û Til Temirê kiribû.

Peyamnêrê me da zanîn jî, helîkoptera Rûsî ji binkeya Mebaqir a Rûsî li Til Temirê firiye û li navçeyên ku di destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve ketiye xwarê.

Piştî dagîrkirina Girê Sipî û Serê Kaniyê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Cotmeha 2019an de, hêzên Rûsî bi rêkeftina ligel HSDê derbasî rojhilatê çemê Ferêt bûn û her demekê gerên çavdêriyê li herêma di navbera hêzên HSD û grûpên çekdar de dikin.